Li Londrayê deh hezar kes ji bo Sûr û Cizîrê meşiyan
Li paytexa Îngiltere Londrayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd re deh hezar kes meşiyan.
Li paytexa Îngiltere Londrayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd re deh hezar kes meşiyan.
Piştî amadekariyên zêde yên bi hefteyan, çalakiya îro hat lidarxistin rastî eleqeyek zêde hat.
Çalakiya bi şîara “Şerê li hember gelê Kurd rawestînin” hat oraganîzekirin, gelek kes saet 12:00’an li pêşiya avahiya BBC’yê kom bûn. Ji gelek bajarên Brîtanyayê rêxistinên cur bi cur tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi axaftinên li pêşiya avahiya BBC’yê re destpê kir.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê êrîşên dewleta Tirk a li ser gele Kurd demildest bi dawî bibin û bang li dezgehên çapemeniya navneteweyî hatin kirin ku li hember êrîşan bêdeng nemînin.
Girse gihiştin yek cihê herî navdar, Qada Trafalgar a Londrayê, li vir mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran çalakvanan qad tijî kirin, bi yek dengî dirûşmên “Dewleta Tirk a terorîst” û “Dawî li qetlîamên li Kurdistanê bînin” qîr kirin.
Di mîtînga ku li qada Trafalgarê hat lidarxistin de parlamenter Natalîe McBary, Kate Osamor, Seroka Partiya Keskan Natalîe Bennett, Dîrektorê Sendîkeya FBÛ, Matt Wrack, li ser navê organîzasyona yekgirtina li dijî faşîzmê Weyman Bennett, Stop the coalîtîon Lîndsey German, ji Sendîkaya RMT’ê Steve Hedley, Parêzvanê Mafê Mirovan Marargaret Owen, Peter Tachell, bavê şervanê YPG’ê Erîc Scûrfîeld Chrîs Scûrfîeld, ji yekgirtina xwendekarên Kurdên li Îngîltereyê Elîf Sarîcan, ji Roj Womenê Berfîn Kurban weke axaftvan jî di nav de, ji 30 axaftvanan zêdetir di mîtingê de ji girseyê re axivîn.
Ji komîteya amedekar a çalakiya bi şîara ‘Şerê li ser Kurdan rawestîne’ Mark Campbell axaftina destpêkê kir, wiha got: “Rojava li hember wehşeta li Kurdistanê bêdeng dimîne. Ji bo şkandina vê bêdengiyê îro em bi hezar li vir kom bûn. Ev piştevaniya me dikare pêşî li qetlîamên nû bigire.”
DAWÎ LI QETLÎAMAN BÎNIN
Parlamentera Skoçyayî Natalîe Macgarry wiha got: “Hefteya borî ez li Amedê bûn. Ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatim binçavkirin. Îro ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re ez li vir im û jî îro û şûn de tiştên ji destên me were em ê bikin. Gelê Kurd aştiyê dixwaze, gelê Kurd aştiyê heq dike. Êrîşan rawestînin, bêdeng nebin, qetlîaman rawestînin.”
JI BO KURDAN BANGA EDALETÊ
Parlamentera Partiya Karkeran Kate Osamor peyama Serokê Giştî yê Partiya Karkeran Jeremî Corbyn xwend: “Ji ber ku îro ez ne li gel we me, pir xemgîn im. Îro ji bo çalakiyê peyama pişgirîkirinê ji we re dişînim. Kurd di Rojhilat Navîn de di bin êrîşên mezin de ne. Hefteyên dawî êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi fikar dişopînîn. Divê ev êrîş bi lezgîn û demildest bi dawî bibin û dewleta Tirk vegere hevdîtinên aştiyê. Dewleta Tirk divê li hember hemû mafê welatiyê xwe rêzdar be. Li vir careke din ji bo gelê Kurd banga edaletê dikim.”
GELEK TIŞT HENE KU CÎHAN JI KURDAN FÊR BIBE
Şervanê YPG’ê Macheal: “Hemû pêdiviyên lojîstîk ên çeteyên DAÎŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn. Min bi çavên xwe şahidî ji vê re kir. Ji xwarin heta alavên ku bikartînin hemû girêdayî dewleta Tirkan e. DAÎŞ hemû petrola xwe ji ser Tirkiyeyê re difiroşe. Tirkiye ne dostê Rojava ye. Tirkiye ne dostê yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikine. Ew li wir bi aweyekî zelal pişgiriyê dide DAÎŞ’ê. Mîn dît ku gelê Kurd çawa têkoşînê dike, gelek tişt hene ku cîhan ji Rojava fêr bibe, Bijî YPJ, Bijî YPG.”
DIVÊ DEWLETA TIRK ŞER BIKE
Sekrekterê Stop The War Coalîtîon Lîndsey Geman, di serî de civaka Kurd a li Londonê jî di nav de Kurdên li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û tevahî welatên cuda yên cîhanê dijîn silav kir, got: “Divê dewleta Tirk ji şerê ku li hember gelê Kurd dide meşandin şerm bike. Ji bo li dijî nîjadperestî, faşîzma ‘yek şer, yek têkoşîn” em li vir amade bûne.”
KURDAN GUHDAR BIKIN
Seroka Pariya Keskan Naealîe Bennett jî anî ziman parastina mafê demokrasî û mafê mirov ji bo pêşeroja her kesî ye jî, ji bo parastina welat û ji bo di cihaneke hê bi ewletir de bijîn, têkoşînê bikin, got: “Divê em gul bidin Kurdên li Tirkiyeyê li ber xwe didin, guh bidin Kurdên li Sûriyeyê.”
DI ÇALAKIYÊ DE RENGBÛNA PANKARTAN
Hinek pankartên hatin hilgirtin wiha ne: “Şerê li hember Kurdan bi dawî bikin, bêdeng nemînin”, “Cihê ku zext lê hebin, şoreş erk e”, “Dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo DAÎŞ’ê bi dawî bike”, “Hewarê bibihîsin, êşkenceyê bibînin, rastiyê bêjin”, “Rêya ji bo aştiyê xwerêveberiya Demokratîk e”, “Ranewest, ji bo Kurdistanê bimeşe, dawî li qetlîaman bîne”, “Berxwedan jiyan e, bêdengbûn mirin e” û “ PKK’ê ji lîsteya xwe derbixîne”
Di navenda mîtîng de tevî baranê û teyrokê jî, girseyê heta dawîya mîtingê cihê xwe bernedan. Mîtîng bi yek dengî bi gotina Çerxa Şoreşê ve bi dawî bû.