Li Hezexê terora dewletê: Mal tên şewitandin

Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev gelek xanî û kargehên li Hezexê şewitandin, danê vê sibehê jî mala malbata Çakar a li kolana Alanyayê şewitandin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, ku 22 roj in terora dewleta Tirk lê dewam dike, duh bi şev gelek xanî û kargehên li kolanên Alanya û Adîle Naşît ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn şewitandin. Şewat ji aliyê arkujên Şaredariyên Hezex û Cizîrê ve hat vemirandin, lê belê xisareke mezin a madî li welatiyan bû.

Hêzên dewleta Tirk mala malbata Çakar a li qatê sêyemîn ê avahiyekê, danê vê sibehê şewitandin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şewat hînê dewam dike.