Li hewşa leşkergeha li Şirnexê hestiyên 4 kesan hatin dîtin
Li Şirnexê di dema karê sondajê yê li leşkergehê de tasên serê 4 kesan hatin dîtin. Tê texmîn kirin ku ev hestî yên mirovên di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine qetilkirin e.

Li Şirnexê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan dewam dikin. Di demek êrîş di asta herî jor tên meşandin de, komkujiyên dewleta Tirk ên di salên 90'î de kiriye, derdikevin holê. Li leşkergeha gundê Seslîce ya ser bi Şirnexê, di encama kolana sondajê de 4 tasên seriyan û hestiyên wan derketin holê. Tê texmîn kirin ku hestî yên kesên di salên 90'î de ji hêla dewletê ve hatine înfazkirin e.
ŞAREDARIYÊ SPART AXÊ
Hate zanîn ku hestiyên 4 kesan di kolandina 4’ê Îlona 2015’an li hewşa leşkergehê hatiye kirin de, derketine holê. Hestî piştî testa DNA’yê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve ji bo ku were definkirin radestî Şaredariya Şirnexê hatin kirin.
Di nivîsa fermî ya dozgeriyê de tê gotin ku di encama lêkolînên Saziya Tipa Edlî de nasnameya wan nehatiye diyarkirin.
Hestiyên 4 kesan ji aliyê Şaredariya Şirnexê ve li goristana navendî hatin veşartin.