Li herêmên gerîla tevgera hewayî
Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmên gerîla geriyan.
Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmên gerîla geriyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku roja 10'ê Çileyê saet di navbera 08:00-09:00 de herêma li derdora girê Sîvrî yê ser bi Qereqola Bezelê ya li herêma Avaşînê, bi çekên giran hatiye gulebarandin.
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 9-10'ê Çileyê saet di navbera 18:00-02:30 de li herêma Zapê, saet di navbera 23:00-05:00 de li herêma Garê bi balafirên bêmirov re keşif hatiye kirin. Her wiha roja 9'ê Çileyê saet di navbera 03:00-04:00 de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyan."