Li hemberî gundên Efrîn û Ezazê êrîşa çeteyan
Komên çete êrîşî gundê Tenib û Keştear ên Ezazê û gundê Basûfanê yê Efrînê kirin.
Komên çete êrîşî gundê Tenib û Keştear ên Ezazê û gundê Basûfanê yê Efrînê kirin.
Çeteyên Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam şevê din êrîş birin ser gundên Tenib û Keştearê yên girêdayî bajarê Ezazê yê Helebê. Çeteyan ji derdora Aşê Feysel êrîş kirin û bi çekên giran, roketên Katyûşa û tîpên gazê çeperên şervanên Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran) hedef girtin.
Li aliyê din çeteyên ku li Keleha Semaanê bicih bûne bi çekên giran, qernas û hawanan êrîş birin ser baragehên şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ên li gundê Basûfanê. Şervanên YPG, YPJ û El-Siwar bersiv dan êrîşên çeteyan û şer derket. Şerê ku şevê din derket, heta danê sibehê dewam kir.
Çete hê jî gundên Basûfan, Tenib û Keştearê bê navber topbaran dikin.