Li hember tankê çalakî

Wesayitek zirxî ya ku xwest têkeve taxên berxwedêr ên Nisêbînê rastî parastina hêzên YPS û YPS-Jin ê hatin. Hat gotin ku tanka xwest têkeve nava taxan hatiye îmhakirin.

Êrîşên dewletê yên li ser taxên berxwedêr ên navçeya Nisêbînê didome. Piştî saetên nîvro êrîşên dewletê yên bi ser taxên berxwedêr zêde bûn. Bombebarana tankan a ji ser rêya dîrokî ya Îpekê ber bi nava taxên berxwedêr ve berdewam dike. Li aliyê din dîsa ji Qada Newrozê ber bi taxên Firat û Abdulkadîrpaşa êrîş tên kirin.

Hate gotin ku tanka dema xwest ji ser rêya Îpekê têkeve nava taxên berxwedêr, teqînek pêk hatiye û tank bêkêr bûye.

Pevçûn li derdora taxan berdewam dike.