Li girtiyên jin gefa bê exlaq hat xwarin!
Jinên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, dema derdikevin revîrê rastî gefên leşkeran ên wekî, "Ku salên 90'î bûna me yê dest biavêta we" ên bê exlaqî hatine.
Jinên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, dema derdikevin revîrê rastî gefên leşkeran ên wekî, "Ku salên 90'î bûna me yê dest biavêta we" ên bê exlaqî hatine.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zordariya li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "28 girtiyên jin ev demek e dema diçin revîrê bi zexta dayîna tekmîlê re rû bi rû dimînin. Jinên li dijî vê yekê derdikevin jî rastî zordariya leşkeran tên. Di hefteya dawiyê de jî jinên dîl ên derketine revîrê rastî heman bê exlaqiyan hatine."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên li dijî dayîna tekmîlê derketî rastî gefan û zoradiyan hatine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Leşkeran bi gotinên 'Ku salên 90'i bûna me yê dest biavêta we. Me yê mejiyê we belav bikira. Îran bi îdamkirinê tişta herî baş dike' gefên bê exlaqî xwarine. Dema ev leşker tên gilîkirin jî encamek dernakeve û gotinên wan esas tên girtin." Di daxuyaniyê de banga hişyariyê li tevahiya civakê hate kirin.