Li Gimgimê sewqiyata leşkerî

Li navçeya Gimgimê Ya Mûşê ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê xwerêveberî hat îlankirin, sewqiyata leşkerî tê kirin.

Li Kurdistanê beriya pîrozbahiyên Newrozê liv û tevgera leşkerî zêde dibe. Gelek wesayîtên zirxî û çekên giran sewqî navçeya Gimgim a Mûşê hate kirin û li Fermandariya Jenderme ya Navçeyê hatin bicihkirin.

Li Gimgimê, li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê xwerêveberî hatibû îlankirin û di navbera 15 û 17'ê Tebaxê de şerên giran qewimîbûn.