Li Geverê teqînên mezin

Li Gevera ku berxwedana rêveberiya cewherî didome di ketina Taxa Zagrozê de teqînek mezin rûda.

Li Gevera ku berxwedana rêveberiya cewherî didome di ketina Taxa Zagrozê de teqînek mezin rûda. Hate zanîn ku di teqînê de gelek tîmên taybet hatin kuştin  û gelek jî  birîndar bûne. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku berxwedana gel didome, pevçûnên giran diqewimin. Ji Fermandariya Alayê ya Navçeyê, Tabûra Efeyan û Qereqola Kamişli topbarana li hemberî taxên berxwedanê 2 roj in bênavber berdewam dike. Li Taxa Zagrozê ku pevçûn zêde bûye, di ketina navçeyê de teqinên mezin rûdan. Dengê teqînan ji her derê navçeyê hate bihîstin û li cihê teqînê şewat derket. Gelek ambulans sewqî cihê teqînê hate kirin û hate zanîn ku di teqînê de gelek tîmên taybet hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne. 

Her wiha di nav rojê de bi ambulansan birîndar sewqî  Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate kirin.