Li Geverê polîs êrîş dike gel li ber xwe dide

Li Geverê protestoya qetlîama Parîsê rastî êrîşa polîsan hat. Li navçeyê esnafan kepengên xwe girtin, berxwedana li dijî êrîşa polîsan li tevahî navçeyê belav bû. Nûçegîhanê DIHA’yê Nedîm Turfent bi bombeya gazê ji lingê xwe birîndar bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo şermezarkirina 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bi hezaran kes bi pêşengiya KJA'yê ve hatin cem hev û li cadeya Cengîz Topel dest bi meşê kirin. Polîsan girse dorpêç kirin û êrîş kirin. Gel bi parastina cewherî bersiv da êrîşên hêzên dewletê.

Di êrîşan de nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Turfent jî ji ber bombeya gazê ya polîsan ji lingê xwe birîndar bû. Bombeyekî gazê jî keta hundirê wesayîta anonsê ya HDP'ê û di wesayîtê de şewat derket. Ligel êrîşan welatiyan bi berfê ve şewata li hundirê wesayîtê vemirandin. 

Li hemberî berxwedana jin û ciwanan wesayîtên zirxî yên li cadeya Cengîz Topel heta ber Otela Osloyê mecbûr man xwe paş ve vekişînin.

Piştî ku polîsan êrîş kirin esnafên navçeyê derabeyên dikanên xwe girtin. Li tevahiya navçeyê bi pêşengiya ciwanan berxwedana gel didome.