Li Geverê êrîşa polîsan hat şikandin
Li navçeya Colemêrg Geverê, polîsên Tirk ji bo girtina xendekan li 3 taxan operasyon pêk anîn. Di navbera hêzên xweparastinê û polîsên tevgera taybet de pevçûn derket. Êrîşa polîsan ji aliyê gel ve hat şikandin.

Polîsên AKP'ê, piştî Mûş, Amed û Şirnexê, li navçeya Colemêrg Geverê dest bi operasyonên li taxan kirin.
Polîsên tevgera taybet li taxên Orman, Mezarlik û Kişlayê, ji bo girtina xendekarên ji aliyê gel ve ji bo xweprastinê hatibûn kolandin, bi dehan maşînên zirxî ketin nava taxan.
Di navbera polîsên tevgera taybet û hêzên xweparastina navçeyê de pevçûn derket.
Li gorî agahiyên ji Keyayê berê yê Taxa Kişlayê Necmettîn Akdogan hat wergirtin, polîsên Tirk bi maşînên zirxî ketine taxa li aliyê Goristana nû ya li ser rêya Şemzînanê.
Akdogan got, "Ciwanên taxê bersivê dan êrîşa polîsan. Demekê pevçûn qewimî. Windahiya me ya can nîne. Kesek birîndar nebû. Camên Mala Gel şikestin. Polîs vekişiyan. Li taxê niha bêdengî heye."
Hat ragihandin ku polîsên Tirk neçar mane xwe ji her du taxên din jî vekişînin.