Li Geverê berxwedana gel vegeriya govendê
Li geverê gelê ku li Qada Serhildanê ya Taxa Zagrosê agir pêxistin û li gel gotina stranên berxwedanê ve aktivîte li dar xistin, demek dirêj govend gerandin.

Ji aliyê DEM-GENÇ’ê ve sînevîzyona bi mijara “Li Kurdistanê ciwan” li Qada Serhildanê ya Taxa Zagros a navçeya Gever a Colemêrgê hat pêşendan. Piştî pêşkêşkirina sînevzîyonê li qadê agir hat pêxistin, girse li derdorê kom bûn û bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” gotin.
Piştre bi stranên berxwedanê govend gerandin, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Sûrê” qîr kirin. Ji zarokan heta jinan govenda berxwedanê gerandin û piştî aktivîteya berxwedanê, gel bi dirûşmeyan belav bû.