Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina AKP'ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina AKP'ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina AKP'ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomînin.
WÎESBADEN
Li bajarê Elmanya Wîesbadenê, meş û mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrt û Maînzê ve hat organîzekirin.
Di çalakiya ku Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt û Maînzê beşdar bûn de pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî tên kirin" û wêneyên şoreşgerên jin ên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Piştî meşa ku dirûşmên "Dewleta kujer wê hesab bide", "Bijî berxwedana Kurdistanê", "Merkel fînanse dike, Tirkiye lê dide" hatin qîrîn, mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî yên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatin amadekirin, hatin belavkirin.
Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê Mehmet Emîn Yildiz di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku li Cizîr, Silopiya û Sûrê ji 7 heta 70 salî her kes li hemberî dewleta Tirk li ber xwe didin.
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Mele Saleh peyivî û da zanîn ku gelê Kurd ji bo xwe bi rê ve bibe li ber xwe dide, êdî nawaze ji aliyê mêtîngeran ve bê birêvebirin, lewma li ber xwe dide. Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Manneheîmê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Kurd, meşek hat lidarxistin. Girseya gel a heta ber HBF a Mannheîmê meşiya, li vir mîtîngek pêk anî. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Amed, Botanê", "Ji Ocalan re azadî" hatin qîrîn û piştî deqeyeke rêzgirtinê belavoka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk hat xwendin.
Di çalakiyê de tevî nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎK, ADHK, AABF, SDP, SYKP, Dîe Lînke bi sedan kes amade bûn.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannoverê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi mîtîngekê re, terora AKP li Kurdistanê dike şermezar kir. Gelek saziyên Elman jî destek dan mîtîngê. Li ser navê Partiya Çep, rêveberiya eyaleta Saksonya Jêrîn VVN, Antîfa Celle, Ciwanên Antîfaschîst, KORN û NAV-DEM'ê axaftin hat kirin. Qisekeran ragihandin, ku bêdengiya Ewropa bi taybetî jî ya Elmanya li pêşberî van komkujiyan, nayê qebûlkirin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di nava vê hefteyê de bi çalakiyan re komkujiyên li Bakurê Kurdistanê rû didin, hatin şermezarkirin.
Çalakî ji roja Sêşemê û vir ve dewam dikin. Duh jî meşek hat lidarxisitn. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku divê binpêkirina mafên mirovan û pêkanîn faşîst ên dewleta Tirk êdî bên sekinandin. Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan" qîriyan û piştre li ber Europa Galerî mîtîngek lidar xistin.