Li Gaziyê ciwanan barîkat danî

Endamên DHF'ê ji bo dorpêça dewletê ya li Kurdistanê protesto bikin xwest li Gaziyê mêşê li dar bixin. Meş rastî êrîşa polîsan hat û ciwanan li nav taxê li pey hev barîkat danîn û li ber Mala Cem a Gaziyê daxuyanî dan.

Federasyona Mafên Demokratîk (DHF) ji bo dorpêça dewletê ya li Kurdistanê protesto bike xwest li rawestgera qereqola kevn a Taxa Gazî kom bibe û ber bi Taxa Gaziyê ve bimeşe, rastî êrîşa polîsan hat. Endamên DHF'ê pankarta "Barîkata li Geziyê, xendeka li Kurdistanê ye" vekirin û bi dirûşmên "Hezar silav ji zarokên ku li Kurdistanê kevir davêjin" û "Hezar silav ji jinên ku li Kurdistanê li ber xwe didin" dest bi meşê kirin. Polîsan meş asteng kir û bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî çalakvanan kir. 

CIWAN RÊ LI BER POLÎSAN GIRT

Ciwan jî li ser êrîşan, xweparastin pêş xistin û bi fîşekên hewayî û keviran bersiva êrîşê polîsan dan. Ciwan piştre di ketina Taxa Gaziyê de barîkat danîn û destûr nedan ku polîs bikevine taxê. Ciwanan heta ber Mala Cem a Gaziyê barîkat danîn û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.