Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqîn a Amedê îro leşkerên Tirk bi ser malan de girtin û 5 kes binçav kirin.

Piştî ‘qedexeya kolanan’ a li navçeya Farqînê ya Amedê, di serdegirtinên malan de 5 kesên din hatin binçavkirin. PIştî qedexeyê, duh 15 kes hatibûn binçavkirin ku 4 jê jin bûn, îro jî li gundê Siltêniyê 5 kesên ku xizmên hev in hatin binçavkirin.

Hinceta binçavkirina welatiyên bi navê Ercan, Îkram, Kutbettîn Yeşîlbagdan û Fedaî Yûrttepe û melayê gund Ercan Kalkan nehate zanîn. Piştî ku lêgerîn li malên wan çêbûn, bi wesayîtên zirxî yên anîn qada gund hatin birin.