Li Eyn Îsa jiyana rojane

Eyn Îsa bi 30 km'yan li başûrê bajarokê Girê Spî ye. Bi 45 km'yan dûrî Reqqayê li ser deştekê ava bûye. Di salên 80'yî de bûye bajarok.

Navê ku tê gotin ê kesekî bi navê Îsa lê hatiye kirin, tê wateya Çavê Îsa.

Girê Spî bi navçeya Riha Kaniya Xezalan ve ye. Ji ber vê yekê her û alî hem ji aliyê axê, hem jî aliyê xwînê, hem jî ji aliyê avhewayê weke hev in. Her çend Kurdên li Girê Spî bi sînorekî piştre hatiye danîn ji xizmên xwe yên li Bakur hatibin qutkirin jî, ev sînor li pêşiya têkilî û girêdana wan a xwînê, nikare bibe asteng. Rewşa hewayê ya Girê Spî mîna ya li aliyê xwe yê bakur e. Sînor nikare li ber hewa hênik a bakur bibe asteng. Hem li nava Girê Spî hem jî li gundên wê, tevî kaniyan ava Cellab a ji çemê Firatê tê, bi qasî du-sê kîlometreyan ji ber bajarok derbas dibe. Sînor nikare li pêşiya vê avê bibe bend.

Ev hewa hênik a li navenda Girê Spî li aliyê başûr û başûrojhliat kêm dibe. Li şûna wê germa dijwar a Gulanê destpê dike. Li Girê Spî û derdora wê girikên biçûk hene. Li aliyê xwe yê başûr, deşteka bê dawî ya zer mîna deryayê heye.

Li vê derya zer, kayê ji ber çandiniya ceh û genim maye, deştê dixemilîne. Lê belê, ji ber ku îsal zêde baran nebariya, karê çandiniyê jî kêm bû. Li ser rêya Eyn Îsa, mîna li gelemperiya Rjava, li ser vê deşta berfireh gund biçûk û nêzî hev hene. Hin ji malên li van gundan bi kerpîç, hin jî bi beton hatine çêkirin. Darên zeytûnê û yên çamê di nava vê derya zer de şîn dike.

Pênc kîlometre ji bajarokê Eyn Îsa wêdetir, çeperên dawî yên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê ne. Ji vir û pê ve, herêmek di navbera DAIŞ'ê û hêzên YPG/QSD'ê ye. Piştî 45 kîlometreyan jî Reqqa tê, ku di bin kontrola DAIŞ'ê de ye. Ev herêmên YPG/YPJ û hêzên QSD'ê lê serdest in, di pêngavên Şehîd Rûbar Qamişlo û Şehîd Gelhat de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û azadkirin. Li vê herêmê bi giranî gelê Eerb dijî. Navber bi navber gundên Kurdan hene. Hemû gundên li vê herêma ji aliyê YPG/YPJ û QSD'ê ve hatin rizgarkirin, nêzî hev in. Li ser her xaçerêyê bendên kontrolê hatine danîn û YPG/YPJ, QSD herêm ewle kirine.

Li vê qada rizgarkiî, jiyana li gund bi rengekî asayî didome. Gundî paleyiyê dikin, li nava gundan heywan diçêrin, zarok û jin şivantiya wan dikin, jin pêdiviyê malê bi rêxistin dikin, dikanên li gundan dixebitin û liv û tevgera wesayîtan her dewam dike.

Di nava hêzên YPG/YPJ ên herêm ewle kirine, coşeke mezin heye. Kêfxweş in ji ber ku axa xwe ji çeteyan paqij kirine, kêfxweş in ji ber ku jiyana mirovan ewle kirine û baweriyê didin şêniyên herêmê.

...