Li Ewropa li hember qetlîaman çalakî û xebat didomin
Hikûmeta AKP’ê êrîşên qirkirinê yên li ser sivîlên li Bakûrê Kuridstanê dewam dike, Kurdên li Ewropa li hember vê yekê bêdeng namînin.
Hikûmeta AKP’ê êrîşên qirkirinê yên li ser sivîlên li Bakûrê Kuridstanê dewam dike, Kurdên li Ewropa li hember vê yekê bêdeng namînin.
Hikûmeta AKP’ê êrîşên qirkirinê yên li ser sivîlên li Bakûrê Kuridstanê dewam dike, Kurdên li Ewropa li hember vê yekê bêdeng namînin. Li Fransa li hember bêdengbûna çapemeniya cîhanê, televîzyona BFM hat dagirkirin. Li Belçîkayê jî têkildarî qetlîaman ji saziyên cûda cûda re belge hatin pêşkêşkirin.
PARÎS
Li paytexta Parîs a Fransayê, endamên Navenda Civaka Vîllîers Le Bel ve Drancy û ciwanên endamên Ciwanên Azad, bêdengbûna çapemeniya cîhanê ya li hember qetlîamên li ser Kurdistanê protesto kirin. Ciwanan avahiya qenala nûçeyan a BFM a li Parîsê dagir kirin, diyar kirin ku dixwazin têkildarî rewşa Bakurê Kurdistanê roportajê bidin rêveberên qenalê. Ciwanek hat binçavkirin, li avahiyê ewlekariya parastinê hat zêdekirin.
ANTWERPEN
Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê, ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê, raporên hatin amadekirin, pêşkêşî saziyên cûda cûda hatin kirin.
Meclîsa Jinan a Slava, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û ATÎK têkildarî mijarê raporên xwe pêşkêşî beşa Dadgeha Sûlh (Procureur Des Konings) a di hundirê Edliyeya Antwerpen kirin.
Di hevdîtinên li vir de hate diyarkirin ku dewlet Tirk li Bakurê Kurdistanê gelê sivîl dike hedef û qetil dike. Dadgehê diyar kir ku ew ê dosyeyan lêkolîn bikin.
Ji Antwerpen Amnesty International Vlaanderen Mensenrechtenê ya ku Komaleya Mafê Mirovan e re jî dosye hat pêşkêşkirin. Komeleyê aşkera kir ku wê têkildarî pêşketinên li Kurdistanê raporekê amade bikin.