Li Efrînê meşa ji bo azadiya Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Efrîn ê Rojavayê Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li dijî tecrîdê bikeve nava tevgerê.

Bi beşdariya endamên TEV-ÇAND û Desteya Çand û Hunerê, meşê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê destpê kir.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şervanên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan ahtin hilgirtin. Çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyan, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li pêşberî tecrîda li ser Ocalan, hat şermezarkirin.
Li dû meşê, li ber Meclîsa Qanûndanînê mîtîngek hat lidarxistin. Rêvebera TEV-ÇAND'ê Zeynep Mihemed li vir axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê.
Meş û mîtîng bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qediya.