Li Edeneyê karkerekî jiyana xwe ji dest da

Li Edeneyê bavê 6 zarokan Abûzer Ozturk ê 59 salî ji qatê 9’emîn ê înşaata lê dixebitî ket erdê û jiyana xwe ji dest da.

Li Edeneyê bavê 6 zarokan Abûzer Ozturk ê 59 salî ji qatê 9’emîn ê înşaata lê dixebitî ket erdê û jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Gurselpaşa ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê bavê 6 zarokan Abûzer Ozturk ê 59 salî ji qatê 9’emîn ê înşaata lê dixebitî li erdê ket û bi giranî birîndar bû. Ambûlansa ku hevalên wî bang kirinê beriya bê cihê bûyerê Ozturk jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê Ozturk ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edeneyê.