Li dijî Şirnexê êrîşên bi top û fûzeyan
Li Şirnexê di roja duwen a êrîşên qirkirinê de li hember bajêr êrîşên bi tank, top û fûzeyan didome. Di êrîşan bikaranîna fûzeyan bal kişandin, danê êvarî jî li Taxa Yeşîlyûrtê teqînek mezin pêk hat.
Li Şirnexê di roja duwen a êrîşên qirkirinê de li hember bajêr êrîşên bi tank, top û fûzeyan didome. Di êrîşan bikaranîna fûzeyan bal kişandin, danê êvarî jî li Taxa Yeşîlyûrtê teqînek mezin pêk hat.
Li Şirnexê di roja duwen a êrîşên qirkirinê de li hember bajêr êrîşên bi tank, top û fûzeyan didome. Di êrîşan bikaranîna fûzeyan bal kişandin, danê êvarî jî li Taxa Yeşîlyûrtê teqînek mezin pêk ha
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di bin navê “qedexeyên kolanan” de du roj li pey xwe hiştin, navenda bajêr bê navber dane ber top, tank û fûzeyan. Ji tank û wesayîtên zirxî yên li derdora bajêr hatine bicihkirin jî taxên berxwedanê yên Yenîmahalle, Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Yeşîlyûrt, Îsmetpaşa û Gazîpaşa di serî de, tevahî bajar tê bomberdûmankirin.
Wesayîtên zirxî û tankên li derdora bajêr ji bilî navenda bajêr jî li ser rêya Şirnex-Sêrtê ji gundê Mendîkera (Aslanbaşar) fûze avêtin bajêr. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku fûze ji qereqola li qada wek Kaniya Qeymeqam tê binavkirin hatiye avêtin.
Di navê rojê de êrîş li ser taxên Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Dîcle û Bahçelîevlerê zêde bûn, hate hînbûn ku di encama topbaranê de gelek malan xisar dîtine, hin jî şewitîne. Her wiha hate dîtin ku cerdevanên mala Tatar li Taxa Îsmetpaşa xebatên çeperan dikin. Hate ragihandin ku li gelek malan tîmên taybet hatine bicihkirin. Her wiha hate dîtin ku tîmên taybet deriyê Dibistana Seratayî ya Ozel Fînal a li nêzî Avahiyên Şaran şkandin û di hundir de xwe bi cih kirin. Dîsa ji rêya derdora bajêr sewqiyata leşkerî didome, hate dîtin ku bi wesayîtên kar ve kûm tê kişandin.
Li taxên Omerkoy, Vakifkent û Gundogdûyê ku xendek û bend lê nîne, lêgerînên polîsan dewam kirin. Di lêgerînan de deriyên gelek malan hatin şkandin, alavên malan hatin tevlîhevkirin û li avahiyên bilind ên bajêr sekvan hatin bicihkirin. Li hember bajêr êrîş didomin, li girên derdora bajêr jî sewqiyata leşkerî dewam dike.
LI TAXA YEŞÎLYÛRTÊ TEQÎNA DIJWAR
Her wiha danê êvarî li Taxa Yeşîlyûrtê teqînek dijwar rû da, têkîldarî encamên teqînê ti agahî nehatin bidestxistin. Li hember êrîşên giran ên li ser bajêr, berxwedana hêzên YPS û YPS Jinê jî didome.