'Li dijî komkujî û qirkirinan pêwîstî bi yekîtiya neteweyî têkoşînek hevpar heye'

KCK'ê da xuyakirin, ku divê hemû komkujî û êrîşên qirkirinê, ji bo gelê Kurd bibe banga yekîtî û helwesta hevpar û got, "Li ser vê bingehê, ji bo careke din komkujî li Kurdan neyê kirin, divê yekîtiya neteweyî bê afirandin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, beriya niha bi 27 salan yek ji komkujiyên herî zalimane yên dîroka mirovahiyê pêk hat û got, "Iraqa mêtînger a Saddam, li Helebçeyê li dijî gelê Kurd çeka kîmyewî ku çeka qirkirinê ye bi kar anî; jin, zarok, extiyar, ciwan bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Em hemû mirovên di vê komkujiyê de şehîd ketine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê daxwaz û hesreta wan bi Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk re tacîdar bikin."

KCK'ê da xuyakirin, ku hêzên mêtînger ji ber ku Kurdan weke gelekî xwedî mafê jiyana demokratîk û azad nabînin, komkujiya Helebçeyê kirine û wiha dewam kir: "Dema mirov li pêkanînên sedsala 20'an dinêrin, ne tenê li Iraqê tê dîtin ku hemû dewletên mêtînger bi heman polîtîkayê nêzî Kurdan bûne. Komkujiya Helebçeyê ne tenê li hemberî Kurdên li Başûrê Kurdistanê, li dijî çar parçeyên Kurdistanê êrîşeke qirkirinê ye. 

Hêzên mêtînger ên li herêmê, dema firsend dîtin li hemberî Kurdên polîtîkayên wan qebûl nedikirin, serî li êrîşên bi vî rengî dan. Heta ku li Rojhilata Navîn neteweperestî, zîhniyeta netewe-dewlet û mezhebperestî neyên pûçkirin, li hemberî Kurdan wê her tim xeteriya komkujiyê hebe. Êrîşa qirkirinê ya 3'ê Tebaxê ku DAIŞ'ê li hemberî Kurdên Êzidî yên li Şengalê pêk anî, bi desteka dewleta Tirk re şewitandin û xerakirina Kobanê, bombekirina bajar, bajarok û taxên Bakurê Kurdistanê bi destê desthilatdariya AKP'ê, qetilkirina jin, zarok û extiyaran, vê rastiyê radixe pêş çavan."

'GELÊ KURD KENGÎ BI RASTIYA QIRKIRINÊ HESIYA, WÊ HINGÎ XWE BIGIHÎNE JIYANA AZAD'

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Gelê Kurd kengî bi rastiya komkujî û qirkirinan hesiya, wê hingî têkoşîna xwe bi ser bixîne û xwe bigihîne jiyana azad û demokratîk. Lewma gelekî girîng e li hemû parçeyên Kurdistanê, komkujî, êrîşên qirkirinê, komplo û cînayetên siyasî yên li hemberî gelê Kurd ji her alî ve werin fêmkirin. Hem têgihiştin hem jî jibîrnekirina van êrîşan, ji bo bidestxistina jiyana demokratîk û ewlekirina hebûna neteweyî, rastiyeke ku nebe zarûrî ye. Divê em bi şiyara 'jibîrkirin xiyanet e' komkujiya Helebçeyê, qirkirina Dêrsimê, Enfal, şewitandin û xerakirina bi hezaran gundên li Bakur, komkujiyên DAIŞ'ê li Rojava kiriye, şewitandina Amedê ku weke paytexta Kurdistanê tê naskirin û bajarên din ên Kurdistanê ji bîr nekin, hêrsa xwe ya li dijî zaliman bisûn û bibin xwedî wê hêzê ku her şêwe êrîşan bişikînin.

Ew zarokên li Helebçeyê di hembêza dê û bavan de hatin kuştin, soza me ya afirandina jiyana azad e. Wezîfeya me ya bingehîn e; em ê ji bo bîranîna wan hemû zalim û faşîstên li Rojhilata Navîn têk bibin û Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bafirînin. Ji ber ku heta li Rojhilata Navîn zalim neyên têk birin, zîhniyeta zaliman ji holê neyên rakirin, zîhniyeta demokratîk û sîstemeke demokratîk neyê afirandin, nepêkan e ku hebûna gelê Kurd bê ewlekirin. Lewma demokratîkkirina Rojhilata Navîn; qelihandina zalim û dîktatoran, divê stratejiya bingehîn a gelê Kurd be û têkoşînek bi vî rengî li her cihî were meşandin. Bersiva herî rast a ji komkujî û qirkirina Helebçeyê re bê dayîn, wê hewldan û têkoşînek di vê çarçoveyê de be.

'KOMKUJÎ Û ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ, JI BO ME FERMANA TÊKOŞÎNA HEVPAR Û AFIRANDINA YEKÎTIYA NETEWEYî YE'

Li hemû parçeyên Kurdistanê, pêkanîna jiyana demokratîk û azad, ewlekirina hebûna neteweyî bi yekîtiya neteweyî û têkoşîna hevpar re dibe. Helebçe û hemû komkujiyên li hemberî Kurdan di heman demê de ji bo me Kurdan fermana afirandina yekîtiya neteweyî û meşandina têkoşîna hevpar e. Lewma di salvegera komkujiya Helebçeyê de divê gelê me û hemû hêzên siyasî li hemberî êrîşên li dijî gelê me yê li hemû parçeyan bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin. Girîng e em van komkujî û êrîşên qirkirinê weke bangek ji bo yekbûyîn û têkoşîneke hevpar bibînin û li ser vê bingehê, ji bo careke din komkujî li gelê Kurd neyê kirin yekîtiya neteweyî bafirînin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Deh sal piştî komkujiya Helebçeyê, di 16'ê Adarê de faşîstan li ber Zanîngeha Stenbolê, Kurd jî di nav de gelek xwendekar qetil kirin. Yên ku ev komkujî li Stenbolê kirin û yên li Helebçeyê komkujî, li Dêrsimê qirkirin kirin, xwedî heman zîhniyetê ne. Yên ku li Stenbolê ciwan qetilkirin û yên îro li Bakurê Kurdistanê zarokan, jinan, extiyaran û ciwanan qetil dikin; bombeyan li qadên sivîlan dibarînin, xwedî heman zîhniyetî ne. Têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê îro bi giranî li Bakurê Kurdistanê dimeşe. Berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê berxwedanên demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê ne. Desthilatdariya AKP'ê ya qirkirin û mêtînger çiqasî êrîş dike bila bike, wê li Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi ser bikeve, Tirkiye demokratîk bibe û Kurd bibin xwedî xwerêveberiyê. Bi vî rengî wê Tirkiyeyeke 16'ê Adarê lê neqewimin, Rojhilat Navîn a komkujiyên Helebçeyê lê rû nedin bên afirandin."