Li dijî faşîzmê dem dema çalakiyan e
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û got, "Li dijî êrîşên faşîzmê dem dema çalakiyan e."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û got, "Li dijî êrîşên faşîzmê dem dema çalakiyan e."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem, der barê berxwedana gel a di pêşengiya YPS, YPS-Jin a li Bakûrê Kurdistanê ji Rojnameya Rojev Mexmûrê re axivî.
Ulkem diyar kir ku ev qewimînên li herêmê bêguman ji êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an ve ku ji aliyê desthilatdariya AKP-dewleta Tirk a mêtînger hatiye destpêkirin qut nîne. Ulkem diyar kir di pêşengiya berxwedêran bi berdêlên giran ve şerekî dijwar li bajaran dewam dike. Ulkem bang li ciwanên Kurd û gelê Kurdistanê kir û wiha got; "Pêwîste her ciwanekî Kurd ê welatparêz bibe yekîneyeke çalakiyê ya çalak û karibe li her derê derbê li dijmin bixe. Ji bo şerê gel ê şoreşgerî bi ser keve, girîng e ciwan, jinên ciwan, karker, bêkar, kedkar û xwendekar tevlî şoreşê bibin."
Hevpeyvîna rojnameya Rojev a bi Endama Koodînasyona Komalên Ciwan Şimal Ulkem re kirî wiha ye;
Berxwedana ciwanên Kurd a bi pêşengiya YPS, YPS-Jinê tê meşandin, xuya ye AKP-Qesr têk biriye. Wê ji vir şûnde berxwedana YPS, YPS-Jin roleke çawa bileyîze?
‘AKP HESABÊN AVAKIRINA DEWLETEKE OSMANÎ DIKE'
Ev qewimînên li herêmê, bêguman ji êrîşên 24’ê Tîrmeha 2015’an ên ji aliyê desthilatdariya AKP-Dewleta Tirk a Mêtînger ve hatine destpêkirin, qut nîne. Dewleta metînger a Tirk ji bo serweriya xwe li ser Kurdistanê winda neke serî li her rêbazê dide. Ji bo vê pêvajoya destketiyan a gelê Kurd pûç bike, çi jê tê heta dawiyê dike. Ji ber ku tevgera me li pêşiya lêgerîna dewleta Tirk a ji bo avakirina hegemonya herêmî asteng e, faşîzma AKP'ê bi rengekî bêperwar êrîşî tevgera me dike. Ji bo vê pêvajoya destketiyan a gelê Kurd pûç bike, çi jê tê heta dawiyê dike. Ji ber ku tevgera me li pêşiya lêgerîna dewleta Tirk a ji bo avakirina hegemonya herêmî asteng e, faşîzma AKP'ê bi rengekî bêperwar êrîşî tevgera me dike.
Bi awayekî vekirî tê dîtin, ku desthilatdariya AKP'ê, PKK ne tenê weke astengiyekê li pêşiya xwe dibîne, di heman demê de li pêşiya pêşeroj û hebûna xwe jî weke astengiya herî mezin dibîne. Paşverûtiya AKP'ê hesabê wê dike, ku eger tevgera me têk bibe, ew ê bi rengekî hêsan hêza xwe ya herêmî zêde bike û di rêya bûyîna Dewleteke Osmanî ya nû de bi pêş de biçe. Dixwze nêrîna, 'Eger PKK bê têk birin wê li herêmê ti hêz nikaribe li pêşiya dewleta Tirk bibe asteng' bi civaka Tirk bide pejirandin û li ser bingeha vê têgihiştinê hewl dide faşîzmê ava bike. Paşverûtiya AKP'ê ne tenê êrîşî Bakurê Kurdistanê dike, planeke êrîşê ya li dijî gelemperiya Kurdistanê dimeşîne. Berxwedêrên YPS û YPS Jinê yên li hemberî van êrîşan mîna mertalekî sekinîne, dixwazim bêjim ku ew rûmeta gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê ne.
PÊVAJOYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ JI BER ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN AKP/QESRÊ DESTPÊ KIRIYE
Ev tevgera azadiyê, ku bi pêşengiya berxwedêran tê meşandin û berdêlên giran daye, bi rengekî dijwar weke şerekî bajaran dewam dike. Weke tevger û gel em di pêvajoyeke welê de ne, ku di vê pêvajoyê de wê diyar bibe ku siberoja gelê Kurd azad be yan jî di nava koledariyeke dijwar de be. Ji bo azadiyê serî hatiye rakirin. Lê belê eger azadî neyê bi dest xistin, wê koledarî kûrtir bibe. Yanî eger tu ji bo azadiyê rabûbe ser piyan, lê belê te xwe negihandibe azadiyê, wê demê rewşa koledariyê wê ji ber xerabtir bibe. Ya ku piştî hemû îsyanên gelê Kurd rû da, mixabin ev rastî bû. Ji ber ku îsyan bi ser neketin, koledarî kûrtir bû û Kurd hîn bêhtir ketin bin zext û mêtîngeriyê. Ev pêvajoya em îro tê de ne, ji rîskên bi vî rengî pêk tê. Pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî, ji ber êrîşên çeteyên AKP/Qesrê destpê kiriye. Divê bi gel re birêxistinkirin, meşandin û biserxistina şoreşê esas were girtin. Lewma pêvajoyeke şerê şoreşgerî yê rasteqîn destpê kiriye, ku jin û ciwan wê pêşengiyê jê re bikin. Çawa ku îro şervanên azadiyê berxwedêrên YPS û YPS Jinê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li çeperên xwe li ber xwe didin û şer dikin, divê ciwanên Kurdistanî jî tevlîbûneke hêjayî vê berxwedanê esas bigirin. Zêdeyî çil sal in ciwanên Kurdistanê pêşengî ji têkoşîna Kurdistanê re kirine. Jinên ciwan û ciwanên Kurdistanê her tim û li her cihî pêşengî ji têkoşînê re kirine. Lewma di serdema şerê şoreşgerî û vê têkoşîna mezin de, girîng e tevlîbûnek hêjayî dîroka bi rûmet a Kurdan, hêjayî rastiya şehîdan û berxwedanê bê kirin. Naxwe ev pêngava şoreşgerî wê bihilkume û zext-mêtîngerî mezintir bibe. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir pêwîstî bi rêxistinbûyîna gel, bi berxwedêriya gel û parastina gel heye. Li Cizîrê li pêş çavên me hemûyan bi sedan jin û ciwanên Kurd ji aliyê çeteyên AKP a faşîst mêtînger ve bi zindî hatin şewitandin. Qetilkirina mirovan bi rengekî barbarî bi komî, veguherandin bûyereke ji rêzê. Dixwazin gelê me hînî komkujiyên bi vî rengî bikin. Çeteyên AKP'ê, Mîtên wan, Tîtên wan, çeteyên Esedûllah û artêşa ji çek û cebilxaneyên NATO'yê bi tank û topan li xaka Kurdistanê didin û talanê dikin. Ranebûna li hemberî vê, şernekirin, bersivnedayîn ji bilî teslîmiyetê nayê ti wateyê. Lewma divê ciwanên Kurdistanê û jinên ciwan, ji bo vê berxwedanê xurtir bikin û faşîzma AKP'ê ji binî ve rakin, hîn bêhtir tevlî bibin û bi ruhê seferberiyê berxwedan xwerêveberiyê mezin bikin. Ciwanên çep, sosyalîst, demokrat, şoreşger û welatparêz ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê bêteredût biherikin nava refên berxwedanê. Girîng e xwedîderketineke hêjayî dîroka berxwedanê ya Kurdê azad bê nîşandan, sekneke şoreşgerî yê faşîzmê bibehicîne bê destnîşankirin. Pêwîste tevgera serhildanê bê afirandin, şerê şoreşgerî bê mezinkirin, hêz tevlî çeperan bê kirin û heta ev şerê rûmetê bê biserxistin, bîstûçar saetan kar bê kirin. Li hemberî faşîzmê divê her kes bibe bend û mêtîngeriyê ji welatê azadiyan biqewirîne.
Weke ku tê zanîn ciwanên Kurd bi hatina biharê re ji bo kar berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Divê ciwanên karker û karên demsalî bi çi rengî tevlî pêvajoyê bibin?
Ev dem dema qezenckirina jiyana azad û Kurdîtiya azad e. Divê her kes tevlî çalakiyan bibin û her kesên karibe xwe bigihîne, tevlî çalakiyan bike. Bi her şêwe çalakiyan divê tevlî pêvajoyê bibin. Pêwîste her ciwanekî Kurd ê welatparêz bibe yekîneyeke çalakiyê ya çalak û karibe li her derê derbê li dijmin bixe. Ji bo bi ser xistina şerê gel ê şoreşgerî, hewce ye ciwanên Kurdistanê, jinên ciwan, karker, bêkar, kedkar û xwendekar tevlî şoreşê bibin. Dem ne dema çûyîna metropolên Tirkiyeyê û karê ji bo qezenckirina çend qurişan e. Ji niha û pê ve divê ciwanên Kurd ji bo rizgariya xwe ya rasteqîn bixebitin. Ji bo jiyaneke bêdawî ya azad, wekhev û bi rûmet pêwîste her kes tevlî vî şerê rûmetê bibe. Kêlî ew kêlî ye ku her kes bifikire û êdî biryarê bide. Ya tuyê mirina her rojî bide pêş çavên xwe û serî bitewîne, an jî tu yê carekê li ber xwe bide û heta bi hetayê bi rengekî azad û serbilind bijî. Ji ber vê yekê divê her kes vê pirsê ji xwe bike 'ez niha çiqasî nava şoreşê de me, divê çi bikim?' Girîng e ciwanên Kurd û gelê Kurd berxwedanên Cizîr û Sûrê ji bîr nekin û ji bo bicihanîna pêwîstiyên vê, mîna şervanekî azadiyê li refên herî pêş ên li Nisêbîn û Şirnexê cih bigirin. Girîng e her kes berê xwe bide qadên şerê şeref û rûmetê. Di vê demê de pêwîste ti ciwan neçe bajarên rojava û xaka xwe bi canê xwe biparêze. Eger pêwîstî pê hebe divê ti kes di vê demê de ji bo malê, malbatê û jiyaan xwe ya taybet nexebite, nebe karkerê kesî, nebe koleyê kesî. Divê her kes tiştekî ji xwe bide, her kes fedekariyê bike û ji bo çend salan jî be weke şervanekî biçe çeperên berxwedanê. Li Bakur bi mîlyonan Kurd dijîn. Eger her kes bi vê berpirsyariyê rabe, şer ne bi salan wê di nava çend mehan de encameke mûezem bi xwe re bîne. Divê her kes bi vê zanibe.
Weke endama Koordînasyona Ciwanan di pêvajoyeke bi vî rengî de banga we ji bo ciwanan û jinên ciwan çi ye?
Bi pêngava biharê re hatiye fêmkirin, serketin bi berxwedan û şer dibe. Dijmin bê eman e. Lê belê şert û merc jî ji bo têkoşîna şoreşgerî guncaw in. Daneheviya me ya dîrokî, asta têkoşîna me gihaştiye, konjonktura siyasî ji bo vê guncaw e. Rewş û qewimîn nîşan didin ku serketin pêkan e. Ev hêz û vîna me heye. Yekane ya divê ciwan bike, pêşengtiya pratîkî ye. Pêşengtiya taktîkê ye. Ji bo em dijmin ji xaka Kurdistanê biqewirînin, defetên emzin ketine destê me. Divê em van derfetan ji dest bernedin. Pêwîste em bi hemû hêza xwe tevlî pêvajoyê bibin û li nava refên YPS û YPS Jinê şerê xwe yê dawiyê yê mezin bimeşînin. Xwedîderketina li têkoşîna li Kurdistanê bi taybetî li Nisêbîn û Şirnexê, her wiha tevlîbûna jinên ciwan û tevahiya ciwanan gelekî girîng e. Li hemberî artêşa T.C a nûnerê zîhniyeta faşîst, serdestiya mêr û tecawizkar, têkoşîn bi berxwedan bi pêşengiya jinê dikare bi ser keve. Lewma YPS Jin destketiya herî girîng û mewziya ciwanan e. Dikarin parastin û ewlekariya xwe bi vê nasnameyê bikin. Eger ev berxwedan ji aliyê YPS û YPS Jinê ve tê meşandin, bêguman divê were xurtkirin, mezinkirin û bi ser xistin. Ji bo vê jî di asta herî bilind de tevlîbûn divê. Xeta YPS û YPS Jinê xeta serketinê ye. YPSbûyîn misogerkirina serketinê ye. Divê li Kurdistanê siya mêtîngeriyê êdî neyê qebûlkirin û ciwan jî Apocitiya xwe îspat bikin. Lewma heta çeteyê dawî yê AKP/Qesrê ji Kurdistanê bê derxistin, heta saziya mêtînger a dawiyê bê hilweşandin, divê berxwedan were nîşandan, têkoşîn bê mezinkirin û heta dayikên bi rûmet ên Kurd tilîliyên azadiyê berz bikin, ti kes dest ji çeperên têkoşînê bernedin."