Li Dêrsim û Elezîzê bîranîna Helepçeyê
Li Dêrsim û Elezîzê qetlîamên Beyazit, Helepçe, Gazî û Qamişlo hatin şermezarkirin. Li navçeya Dep a Elezîzê jî li Salona Konferansê ya Şaredariyê aktîvîteya bîranînê hat lidarxistin.

DÊRSIM
Li Dêrsimê Li Dêrsim û Elezîzê qetlîamên Beyazit, Helepçe, Gazî û Qamişlo hatin şermezarkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, hevserokên DBP, HDP’ê û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî bîranîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê bûn.
Piştî pêşendana sînevîzyona têkîldarî qetlîamên Beyazit, Helepçe, Gazî û Qamişlo, nûnerên saziyên civaka sivîl mafê axaftinê wergirtin, qetlîam şermezar kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî got, “Ev qirkirin ji aliyê hêzên emperyalîst ên navneteweyî pêk hatine” û wiha domand: “Bi mehan e li hember vê hovîtî û qetlîamana berxwedan ûtêkoşîn heye. Berxwedana hevalê Mehmetan, Sêvêyan hene. Li dijî her wehşetê sembolên berxwedanê hene. Ji Alîşêran heta Zarîfeyan, ji Mazlûman heta Kemal Pîran berxwedan heye. Bila baş bê zanîn ku eger tîmên Esadullah hebin li hember wan bi serbilindî berxwedana hevalên me Mehmet, Sêvê, Pakîze heye.”
Piştî axaftina Onlu, nûnerên saziyên civaka sivîl axaftinê xwe domandin.
ELEZÎZ
Li navçeya Dep a Elezîzê jî li Salona Konferansê ya Şaredariyê aktîvîteyek bîranînê hat lidarxistin. Hevşaredarên Depê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş di bîranînê de axivî, got: “Dîroka me li hember zilmê dîroka berxwedanê ye. Daxwaza herî bingehîn a Kurdan li welatê bi cewherê xwe jiyanek e, em ê ti carî dest ji vê bernedin.”
Piştî axaftina Erdogmuş, akitîvîteya bîranînê bi dawî bû.