Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana gel a li dijî terora dewleta Tirk di roja 39. de dewam dike. Bombebarana li hemberî taxên berxwedanê ku duh bênavber hate kirin, îro jî berdewam dike. Bi taybet taxên Savaş û Hasirli û derdora Mizgefta Kûrşûnlû di bin bombebaranê de ye. Dîsa tîmên taybet ên li avahiyên bilind bicih bûne, gule direşîne taxan. Li ser navçeyê jî liv û tevgera helîkopter û heron heye.
Di saetên sibehê de li derdora Deriyê Mêrdînê teqîneke dijwar çêbû. Li herêma ku teqîn çêbû, hejmarek zêde leşker û tîmên taybet hatine bicihkirin û piştî teqînê hejmarek zêde ambulans çûn cihê bûyerê. Hate diyarkirin ku gelek mirî û birîndar bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.