Li Darmstadt, Hagen û Stûttgartê çalakiyên protestoyî yên girseyî

Li bajarên Elmanya Darmstadt, Hagen û Stûttgartê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê li ser kar e, hat şermezarkirin.

Li bajarên Elmanya Darmstadt, Hagen û Stûttgartê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê li ser kar e, hat şermezarkirin.

DARMSTADT: Li Lûîsenplatzê, saet di navbera 16:00-18:00 de ji bo bîranîna jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, standa agahdarkirinê hat danîn. Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa jinê ya Roza ve hat organîzekirin de, li ser komkujiya Parîsê belavok hatin belavkirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Roza Yildiz Can li vir axivî û diyar kir ku divê kiryarên komkujiya Parîsê tavilê werin aşkerekirin. Can ragihand ku di salvegera komkujiya Parîsê de vê zîhniyetê li Silopiyayê bi qetilkirina 3 jinên şoreşger xwe nîşan daye.

HAGEN: Bi pêşengiya Dergaha Elewiyan a Hagenê meşek hat lidarxisitn û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hagenê, Mizgefta Şêx M. Emîn a Hagenê û MLPD'ê destek dan. Me bi beşdariya 300 kesî saet di 17:00 de destpê kir. Mîtînga piştî meşê jî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û di destpêkê de Hevserokê FEDA'yê Erdogan Yalgin peyivî. Yalgin bal kişand ser komkujiyên li gelê Kurd tên kirin û got, "Ne deng ji alema Îslamê ne jî ji cîhanê derdikeve." Pîrê Dergaha Elewiyan a Hagenê Pakî Oz jî got, "Gel û bawermendên qedîm ên Mezopotamyayê Kurd û Elewî, di herikîna dîrokê de zilm li ti gelî nekirine, her tim li hemberî zilma zalim sekinîne. Timî di aştî û biratiyê de israr kirine." Mîtînga li navenda sûka Hagenê bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP û Erdogan, bi dawî bû.

STÛTTGART: Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Kurdistanî û dostên wan li Laûtenschlager Strasse li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di meşa ku bi qasî 3 hezar kes beşdar bûn de, xwedî li xweparastina xwerêveberiyê ya gelê Kurd hat derketin. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Cemal Okçûoglû peyivî û got, "Bi rojan e li gelek bajarên Kurdistanê Kurd hatine hepskirin û tên kuştin. Ji jina 80 salî heta pitika di zikê dayika xwe de, dewleta Tirk ji mirovan re dibêje 'terorîst' û wan qetil dike. Divê gelê me vê helwesta dewleta Tirk li her qadê şermezar bike."

...