Li Cizîrê wesayîta şaredariyê ya xwarinê belav dike hat desteserkirin
Wesayîta belavkirina xwarinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat desteserkirin.
Wesayîta belavkirina xwarinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat desteserkirin.
Wesayîta belavkirina xwarinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku li Cizîrê xwarin li gelê rastî êrîşê hatin belav dikir, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Bi rêya vê wesayîtê xwarina germ li gel dihat belavkirin. Sedema desteserkirina wesayîtê nehat hînbûn.
Ji roja rakirina qedexeya derketina derve bi rojê, bi deh hezaran kesên li Cizîrê vegeriyan, rastî pêkanînên kêfî yên polîs û leşkeran tên.
Tîmên taybet ên dewleta Tirk li hemû taxan kontrola GBT di asta herî bilind de dikin.