Li Cizîrê terora dewletê: Jinek birîndar bû

Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 27. de ye, ji ber topbarana ji tankan, Rahîme Goral (18) a li hewşa mala xwe bû, bi parçeyên şarapnelê bi giranî birîndar bû.

Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 27. de ye, ji ber topbarana ji tankan, Rahîme Goral (18) a li hewşa mala xwe bû, bi parçeyên şarapnelê bi giranî birîndar bû.

Hêzên dewleta Tirk bi tank û topan êrîşên xwe yên li hemberî Cizîrê didomînin. Ji ber topa li taxa Nûrê ket, sivîlek birîndar bû. Jina ciwan a bi navê Rahîme Goral (18) a li hewşa mala xwe bû, ji ber parçeyên şarapnelê li zikê wê ket, bi giranî birîndar bû.

Malbatê Goral xistin hundirê malê û niha li benda ambûlansê ye.