Li Cizîrê teqîn: Bav û zarok birîndar bûn
Li Cizîrê heybera ku ji aliyê zarokê 5 salî ya bi navê A.A. hate dîtin teqiya. Di teqînê de zarok û bav T.A. birîndar bûn.
Li Cizîrê heybera ku ji aliyê zarokê 5 salî ya bi navê A.A. hate dîtin teqiya. Di teqînê de zarok û bav T.A. birîndar bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, zarokê bi navê A.A. (5) dema li dora Goristana Esrî ya Cizîrê dilîst heyberek dît. Di teqîna heyberê de zarok û bav T.A. birîndar bûn. Bav û zarok bi ambulansên ku hatin cihê teqînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate diyarkirin ku rewşa zarokî giran e.