Li Cizîrê polîsan kesekî din birîndar kirin

Dema li Cizîrê Halîl Ozkul (21) diçû marketê bi gulebarana tîmên taybet ên Tirk ve birîndar bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk vê carê jî kesekî hewl da biçe marketê kir hedef. Halîl Ozkul (21) dema ji mala xwe ya li Taxa Dagkapi hewl da biçe marketê, di kêliya derket derve di encama gulebarana tîmên taybet ji lingê xwe birîndar bû. Ozkul li cihê ku bûye hedef hê li benda hatina ambûlansê ye.

Rahîme Goral (18) ya dema danê sibehê li hewşa mala xwe ya li Taxa Nûrê bû, di encama topbarana tankê de ji zikê xwe bi parçeyê şarapnelê birîndar bû, piştî hatina ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.