Di encama êrîşên duh ên hêzên dewleta Tirk a li ser taxa Cûdî ya navçeya Cizîr a Şirnexê de 28 kes birîndar bibûn da û 2 kes jî hatibûn qetilkirin, êrîşên li ser avahiyê hê jî didomin. Li gorî agahiyên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç da, piştî biryara tedbîrê ya DMME ya ji bo Cihan Karaman û welatiyek ku nasnameya wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û piştî saetên danê nîvro jî di nava birîndaran de jinek ciwan a ku nasnameya wê nehat zanîn jiyana xwe ji dest da û jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 3’yan. Tûnç diyar kir ku avahiya ku birîndar lê tên ragirtin ji bo rakin nexweşxaneyê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê hedefgirtin.
Navnîşana mala ku li kolana Caferî Sadik a birîndar lê ne, ji bo rakirina cenaze û birîndaran agahî dane rêveberên hikûmetê, qaymaqam û nexweşxaneyê. Parlamenterên HDP’ê jî li gel Wezîrê Karên Hundir li Enqereyê têkildarî vê mijarê hevdîtin pêk anîn. Li ser aşkerakirina navnîşanê mala ku birîndar û cenaze lê tên ragirtin ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi awayek dijwar rastî êrîşa tank û topan tê.
Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz di hesabê xwe yê twîtterê de wiha anî ziman: “ Birîndarên ku li bodrûma avahiya sor a bi navnîşana No: 5-7 a li kolana Caferî Sadik a Taxa Cûdiyê li benda rakirina nexweşxaneyê ne. Navnîşana ku me daye hikûmetê ger tiştek bi sivîlan were, berpirsyarê sûcê mirovahiyê hikûmeta AKP’ê ye. Birîndar di bodrûma avahiyê de ne û navnîşana ku me ji hikûmetê re ragihand ji aliyê hêzên leşkerî ve tê hedefgirtin.”
Li aliyê din li ser rêya Orhan Dogan a li Taxa Şah avahiyek û Karakaş Pasaji ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin. Polîsên Tirk deriyê avahiyê û Pasajê şkandin û xwestin bikevin hundirê avahiyê.