Li Cizîrê di serdegirtina malan de kesek hate binçavkirin

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên Tirk kesekî bi navê Rojhat Haykir binçav kirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsên Tirk kesekî bi navê Rojhat Haykir binçav kirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê serdegirtinên malan ên hêzên dewleta Tirk berdewam dike. Li Taxa Cûdiyê hêzên dewletê bi ser mala malbata Haykir de girtin. Tîmên taybet ên li malê lêgerîn kirin welatiyê bi navê Rojhat Haykir binçav kirin. Tîmên taybet xwestin welatiyê bi navê Abdullah Haykir ê ku ne li malê bû jî biçe emniyetê û îfade bide. Tîmên taybet malbat tehdîd kirin û gotin hete Abudllah Haykir ji bo îfadeyê neçe wê alîkariya ku dewlet dide malbatê qut bikin.