Li Cizîrê ciwanekî din hat qetilkirin

Polîs û leşkerên Tirk ên Taxa Nûrê gulebaran kirin, ciwanekî bi nave Alî Bagdur ê 25 sali qetil kirin.

Polîs û leşkerên Tirk ên Taxa Nûrê gulebaran kirin,  ciwanekî bi nave Alî Bagdur ê 25 sali qetil kirin. 

Li Cizîrê êrîşên li hember xwerêveberiyê dewam dikin. Polîs û leşkerên Tirk ên ku Taxa Nûrê dorpeç kiribûn ciwanekî din qetil kirin. Tîmên taybet ên Tirk ên fabrîkaya ard a li Taxa Nûrê  gulebaran kirin ciwanê bi nave  Alî Bagdur birîndar kirin û piştre bi gulebarana bê navber ve hat qetilkirin. Cenazeyê Bagdûr ji cîhe bûyerê rakirine, lê ji bo cenaze sewqî cîhekî din bikin welatî li benda ambûlansê ne. Li navçeyê di nav 2 rojen de 6 welatî ji aliyê polîsên Tirk ve hatin qetilkirin.