Li Cizîrê 4 cenaze bi korsanî hat definkirin

Cenazeyên 4 welatiyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê ji aliyê polîsên ve hatin revandin, bêyî malbatên wan li Goristana Asrî ya Cizîrê bi korsanî hatin definkirin.

Cenazeyên 4 welatiyên ku di êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê de li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirni û duh bi şev ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatî revandin, bêyî destûr û tevlîbûna malbatan ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin definkirin.

 

Qeymeqamî, beriya ku cenayezan bi korsanî defin bike li malbatan geriyabû û gotibû "Em cenazeyê we defin dikin, ji malbatê kesek dikare were." Malbat jî bertek nîşanî vê rewşê dabûn. Malbatên Dogan Îşcî, Ferdî Kalkan, Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal tevlî definkirina cenazeyan nebûn.

 

Her wiha nehat zanîn ku beriya definkirinê wecibeyên olî hatine kirin an na.