Li Cizîrê 3 cenaze hatin dîtin
Li taxa Dîcle cenazeyê zilamekî, li taxa Dagkapi jî cenazeyên 2 kesên nasnameyên wan nehatin diyarkirin, hatin dîtin.
Li taxa Dîcle cenazeyê zilamekî, li taxa Dagkapi jî cenazeyên 2 kesên nasnameyên wan nehatin diyarkirin, hatin dîtin.
Di roja 42. de êrîşên terorane yên dewleta Tirk li Cizîrê didomin.
Ji 28 kesên li taxa Cûdî di encama topbarana bi tankan de duh birîndar bûn 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Birîndarên din jî hînê li benda ambûlansê ne.
Li aliyê din, li kolaneke taxa Dîcleyê cenazeyê zilamekî nasnameya wî nehat diyarkirin hat dîtin. Ji bo rakirina cenaze, Şaredariya Cizîrê ambûlans şand.
Li taxa Dagkapi jî cenazeyên 2 kesên nasnameyên wan nehat zelalkirin, hatin dîtin. Her du cenaze bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Cizîrê.
Ji bo otopsiyê, tê payîn ku cenazeyan bibin Şirnexê.