Li Cizîrê 2 ciwan bi gefa kuştinê re rû bi rû ne

2 ciwanên ji bo biçin taxa Cûdî bi rê ketin, ji ber êrîşan ketin hundirê avahiyekê. Lê belê hêzên dewleta Tirk êrîşeke giran dibe ser vê avahiyê. Dayikek ku nikare xwe bigihîne kurê xwe, b ala spî dimeşe herêmê.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, terora dewleta Tirk di roja 44. de dewam dike. Ciwanên bi navê Omer Urun û Kasim ê paşnavê wî nehat zanîn, ji bo nasnameya xwe ya li malê werbigirin, ji taxa Dagkapi berê xwe dan taxa Cûdî.

Dema ciwanan xwe gihandin Kolana Nûsaybînê ya li nêzî taxê, hêzên dewletê gule li wan reşandin.

Ji bo xwe ji guleyan biparêzin ciwan ketin nava maleke li kolana pişt avahiya berê ya şaredariyê.

Dayika Omer Urun Gulê Urun, piştî ku bihîst hêzên dewletê guleyan li kurê wê direşînin, ala spî bilind kir û ket ser rêya cihê êrîşê.

Êrîş û gulebarana dijwar a hêzên dewletê li herêmê dewam dike.