Li Cizîr êrîş û berxwedan dewam dike
Di roja 27. de terora dewleta Tirk a li Cizîrê bênavber dewam dike. Di navbera hêzên dewletê yên hewl dan xwe berdin nava taxan û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime.
Di roja 27. de terora dewleta Tirk a li Cizîrê bênavber dewam dike. Di navbera hêzên dewletê yên hewl dan xwe berdin nava taxan û hêzên YPS'ê de şerekî dijwar diqewime.
Êrîşên dewleta Tirk ên li navçeya Şirnex Cizîrê di roja 27. de dewam dikin. Ji ber topbarana bi şev, gelek xaniyên li taxên berxwedanê zerar dîtin. Tevî van êrîşên bi tankan, hêzên dewleta Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên Nûr û Cûdî.
Ev êrîş û hewldanên dewleta Tirk rastî bersiveke tund a YPS'ê hat. Şerê li taxan qewimî demeke dirêj dewam kir. Li Taxa Nûrê, dema kepçeyek ji bo rakirina bendan ket nava tevgerê, teqîneke dijwar rû da. Di encama teqînê de kepçe rûxiya. Hat ragihandin ku maşîneke zirxî jî ji ber derbên xwariye ketiye nava xendekê.
Li her du taxên ku topbaran hînê dewam dike, şer jî didome.