Li Çewlikê girtin, li Dersîmê binçavkirin
Li Çewlikê 8 kes hatin girtin. Li Dersîmê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Li Çewlikê 8 kes hatin girtin. Li Dersîmê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin.
Li navçeya Colemêrg Kanîreşê, 10 kesên hatibûn binçavkirin ku Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Halîl Kala jî di nav de heye, piştî ragirtina li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê sewqî edliyeya navçeyê hat kirin. Kala û kesekî din, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, lê Metîn Kûlak, Huseyîn Keçî, Gorgun Saka, Fevzî Bozkûrt, Nevzat Altintaş, Hacî Altintaş, Medet Boz, Mehmet înce yên sewqî dadgehê hatin girtin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê.
DERSÎM
Li navçeya Dersîm Pulurê jî, danê vê sibehê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 4 kes hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.