Li Cerablûsê êrîşa hewayî ya koalîsyonê: 7 çete hatin kuştin

Çeperên çeteyên DAIŞ’ê yên li Cerablûsê, ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin bombekirin. Di bomberdûmanê de 7 çete hatin kuştin.

Çeperên çeteyên DAIŞ’ê yên li Cerablûsê, ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatin bombekirin. Di bomberdûmanê de 7 çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, saet 04:30’an wesayîteke çeteyên DAIŞ’ê ya doçka li ser bû û li Taxa Cerablûsa Jêr bi cih bibû hate hedefgirtin û bomberdûmankirin. Di bomberdûmanê de 7 çete hatin kuştin.

Hefteya bihurî jî çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Cerablûsê ji bo li hember bomberdûmana tevdîrê bigirin hinek hêzên xwe li Taxa Cirablûsa Jêr bi cih kiribûn û balafirên şer çeperên vê taxê bombe kiribû.