BI DÎMEN

Li Çemçemalê bîranîna Helebçeyê

Şehîdên Komkujiya Helebçeyê, li Çemçemalê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê hatin bîranîn.

Şehîdên Komkujiya Helebçeyê, li Çemçemalê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê hatin bîranîn.

Li navçeya Silêmaniye Çemçemalê, Tevgera Ciwanên Welatparêz merasîmek lidar xistin û şehîdên Helebçeyê bibîr anîn. Koma li parka Çemçemalê li hev civiya, ber bi navenda sûkê ve bi bêdengî meşiya û Komkujiya Helebçeyê şermezar kir. Piştî meşa di bin baranê de, li xaçerêya çarêyê, bi wesîleya rojê daxuyaniyek hat dayîn.

Endamê Tevgera Ciwanan Şiyar Kerkûkî daxuyanî da û bal kişand şerê heyî yê li Kurdistanê. Kerkûkî got, "Em îro ji bo şermezarkirina komkujiyekê li hev civiyane. Lê li bajarên din ên Kurdistanê komkujiyên nû tên kirin. Em vê carê nehêlin hêzên qetlîamker bigihêjin armanca xwe."

'YEKANE RÊYA PÊŞÎGIRTINA LI QETLÎAMKERAN, YEKÎTÎ Û RÊXISTINBÛYÎN E'

Kerkûkî, ji bo pêşîgirtina li hêzên qetlîamker, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînê û got, "Duh li Helebçeyê, lê îro li Cizîr, Qamişlo, Sûr û gelek cihên din gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû ye. Jenosîdên nû li ser gelê Kurd tên ferzkirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê em yekîtiya xwe pêk bînin û rêxistinbûyî bin."

'BI HÊZA XWE RE EM DIKARIN AZAD BIBIN'

Şiyar Kerkûkî da zanîn, ji ber guherîna sîstema li Rojhilata Navîn, gelê Kurd ji bo azadiyê xwedî firsendeke dîrokî ye û got, "Eger em bibin yek, em ê karibin xwe ji nava şer û kaosa îro ya li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi taybetî Kurdistanê rizgar bikin. Ji ber ku hem hêzên navneteweyî hem jî hevkarên wan ên herêmî naxwazin Kurd bibin xwedî maf. Dixwazin di nava sîstema nû de nehêlin Kurd cih bigirin. Lewma divê weke gel em bi hêza xwe, hebûna xwe biparêzin. Pêwîste em berjewendiyên partî û parçeyekî daneyne pêşiya berjewendiyên neteweyî. Ji bo azadiya Kurdistanê şert û merc guncaw in. Divê em vê firsendê ji dest nerevînin."

...