Li Amedê polîsan 2 jin birîndar kirin-HAT NÛKIRIN
Li navçeya Amed Yenîşehîrê, 2 jin ji ber guleyên polîsên Tirk birîndar bûn.
Li navçeya Amed Yenîşehîrê, 2 jin ji ber guleyên polîsên Tirk birîndar bûn.
Li navçeya Amed Yenîşehîrê, jina bi navê Gûrbet Yildirim dema ji malê diçû cihê kar, bi guleyên ku li dest û piyên wê ketin birîndar bû. Yildirim, bi alîkariya welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.
Polîsan nehiştin rojnamevan bikevin hundirê nexweşxaneyê û der barê bûyerê de agahiyan werbigirin.
Li navçeya Yenîşehîrê, xwendekara bi navê Ayşe Nûr Polat jî, ji ber guleya polîsan li hundirê wargehê ji zikê xwe birîndar bû.