Li Amedê li dijî êrîşan bend hatin danîn

Piştî ku duh ji ber şerê di navbera ciwanan û polîsan ê li taxa Kanartepe ya navçeya Amed Rezanê rû da, derketina derve hat qedexekirin. Li gelek deverên taxê bend hatin danîn.

Li navçeya Amed Rezanê, bi armanca şermezarkirina dorpêçiya li ser Sûrê, ciwan daketin kolanan lê belê polîsên Tirk êrîş kirin. Li ser bersiva ciwanan, şer derket. Hêzên dewletê 2 kes li vir qetil kirin û gelek kes birîndar kirin.

Qeymeqamtiya Tirk a li Baglarê jî, nîvê şevê daxuyaniyek weşand û li taxa Kaynartepeyê derketina derve "qedexe" kir. "Qedexe" ji saet 03:00 û pê ve ket meriyetê.

BERXWEDANA LI DIJÎ ÊRÎŞAN

Şerê li Rezanê ji ber êrîşa polîsan destpê kir, tevahiya şevê dewam kir. Şer û alozî li hemû kolanên taxa Kaynartepeyê belav bû. Gel daket kolanan û li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Li navçeyê, saet di 02:30 de elektrîk hat birîn û helîkopterên dewleta Tirk li ser navçeyê geriya.