Li Amedê hejmara kesên hatin qetilkirin gihişt 4’an

Li navçeya Rezan a Amedê di êrîşên polîsan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4'an. Ji kesên hatine qetilkirin nasnameya 3’yan hatiye diyarkirin û cenazeyên wan hatine wergirtin.

Li navçeya Rezan a Amedê di êrîşên polîsan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 4'an. Ji kesên hatine qetilkirin nasnameya 3’yan hatiye diyarkirin û cenazeyên wan hatine wergirtin. Her wiha welatiyê duh jiyana xwe ji dest da nasnameya wî hê nehatiye diyarkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê li Taxa Kaynartepeyê di êrîşên duh êvarî de 2 kes, di yên îro de jî 2 kesî jiyana xwe ji dest dan. 4 hemwelatiyên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Di êrîşên îro de Ozgur Çelenk(18) û Eyûp Çelîk ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan. Çelenk ê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin li Taxa Şkefta ya Rezan û Çelîk ê ku bavê keçekê û hevjîna wî ducanî ye jî wê li Goristana Yenîkoyê bê defnkirin.

Hasan Huseyînoglû yê duh hate qetilkirin, cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo defnkirinê şandin navçeya Karazê ya Amedê.

Her wiha hemwelatiyê din yê duh êvarî hat qetilkirin nasnameya wî hê jî nehatiye diyarkirin.