Li Amedê aktivîteyên 8’ê Adarê berdewam dikin

Ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cihanê ya li navenda Amedê û derdora wê bi hezaran jin daketin qadan.

Ji bo 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cihanê ya li navenda Amedê û derdora wê bi hezaran jin daketin qadan.

PÎRAN

Di çarçovaya aktivîteyên 8’ê Adarê de, li Qada Çeşme ya navçeya Pîran a Amedê daxuyaniyek ya çapemeniyê hat dayin. Jinan pankarta “Ji bo azadiya Rêberê xwe em li kolanan in” û alên KJA û wêneyên jinên têkoşer ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin. Jinan her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin.

Piştî daxuyaniyê jin bi tilîliyan ji qadê belav bûn.

REZAN

Li Rezan gelek jin di çarçoveya 8’ê Adarê ya Roja Jinên Cihanê bi lêxistina erebeyan govend gerandin. Endama Koordînasyona KJA’yê Zubeyda Zumrut banga bilindkirina azadiya 8’ê Adarê û mezinkirina berxwedanê kir, diyar kir ku wê 8’ê Adarê saet 10:00’an ji pêşiya avahiya KCD’ê heta Qada Stasyonê bimeşin. Jinan li gel erebaneyan dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, Bijî Berxwedana Sûrê”, “Destên dirêjî jinê bibin wê bên şkandin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” qîrkirin.

Zumrut diyar kir ku ji bo meşa 8’ê Adarê hê bi heybetir derbas bibe banga beşdariyê li jinan kir.

ÇINAR

Li gundê Hûcettî yê navçeya Çinarê ya Amedê aktivîteya 8’ê Adarê hat lidarxsitin. Hevşaredarê Çinarê Rûkiye Eryilmaz, Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Çinarê Hayat Akyol, Endamên Meclîsa Jinan a Şaredariya Çinarê jî beşdarî aktivîteyê bûn, koma muzîkê ya zarokên ya Şaredariya Çinarê hatin guhdarkirin. Akvitîteya ku bi rêzgitinê destpê kir, axaftina vekirinê Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Hayat Akyol kir û wiha anî ziman: “Li çar parçeyên Kurdistanê şer tê meşandin. Ev şera hikûmeta AKP’ê dide meşandin. Di vî şerî de jinan, zarokan û ciwanan dikin hedef. Nikarin îradeya jinên Kurd bişkînin, dîl bigrin û wê nikaribin jî.”

Hevşaredara Çinarê Rûkiye Eryilmaz diyar kir ku dîroka gelê Kurd tevahî bi siyaseta înkar û îmhayê re rû bi rû maye û wiha anî ziman: “Alternatîfa li hember siyaseta îmha, înkar û qetlîaman, xwerêveberiya demokratîk e.”

BISMIL

Li Bismilê di pêşengtiya KJA’yê de di çarçoveya aktivîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê bi sedan jin hatin gel hev. Jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi kesk, sor û zer li Parka Jinan a Roj kom bûn. Di aktivîteyê de Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, endamên KJA’yê û bi hezaran jin beşdar bûn.

Wêneyên jinên siyasetmedar ên li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Azadiya civakê wê bi destê jinê bê avakirin”, “Jina şer dike jina azad e”, “Destê xwe ji bedena min bikşîne”, “Bijî 8’ê Adarê” û “Dest nede vîna min” hilgirtin. Jinan her dem dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Berxwedana Sûrê” û “Bijî Berxwedana Cizîrê” qîr kirin.