Li 5 bajarên Swîsereyê çalakiyên hemwext ên dagirkirinê pêk hatin
Li gelek bajarên Swîsreyê polîtîkayên qetlîamker û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi çalakiyên dagirkirinê hatin protestokirin.
Li gelek bajarên Swîsreyê polîtîkayên qetlîamker û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi çalakiyên dagirkirinê hatin protestokirin.
Li gelek bajarên Swîsreyê polîtîkayên qetlîamker û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi çalakiyên dagirkirinê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li hember navçeyên ku xwerêveberî hatin îlankirin, li hember pêkanînên li ser Kurdistanê tê jiyîn, Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn bi armanca şkandina bêdengiyan, çalakiyên dagirkirinê pêk anîn. Bi taybet çalakiyên dagirkirinê li hember saziyên çapemeniyê tên lidarxistin, bûdengbûna çapemeniya Ewropa a li hember êrîşên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin,
ST. GALLEN
Li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê gelek kes hatin gel hev, avahiya navenda rojnameya bi navê Tagblatt a li herêma Ostschweîz weşana xwe dike a li navenda St. Gallen bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên PKK’ê ve hat xemilandin, hat dagirkirin.
Girseyê daxwazên xwe ji rêveberên li navenda avahiya rojanameyê re gotin, piştî soza rêveberan a têkildarî wê mijarê bigrin dest û şûn de çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kirin.
BASEL
Koma li Baselê hat cem hev, Parlamentoya Kantona Baselê dagir kir, diyar kir ku divê li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, Ewropa vê bêdengiya xwe bişkîne.
Koma demekê li hundirê parlamentoyê çalakiya rûniştinê lidarxist, xwest bi rayedaran re bikeve nav têkîliyê. Çalakvanan piştî bi rayedaran li ser navê parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn, dosyayek bûyerên li Kurdistanê û daxwazên wan radigihîne radestî rayedaran kirin û dawî li çalakiya xwe anîn. Her wiha rayedarên bi çalakvanan re axivîn diyar kirin ku wê mijarê bixin rojeva meclîsê.
BERN
Koma li Bernê hatin cem hev jî rojnameya Bern û televîzyon dagir kirin, bal kişandin ser bûyerên li Kurdistanê. Li vir jî pîştî hevdîtina çalakvan û rayedaran çalakiya dagirkirinê hat bidawîkirin, dosyayek têkîldarî bûyerên li Kurdistanê radestî rayedaran hat kirin.
Rayedaran destnîşan kirin ku wê li ser mijarê rawestin, di rojên pêş de ji bo nûçegihanan bişînin Kurdistanê jî soz dan.
CENEVRE
Koma li Cenevre hatin cem hev jî Balafirgeha Cenevre dagir kirin. Polîsên bersiva tund da hewldana dagirkirinê, hin çalakvan binçav kirin. Komek çalakvan li dijî pêkanîna binçavkirinê bertek nîşan da, diyar dikin ku heta hevalên wan ên hatine binçavkirin neyên berdan wê dawî li çalakiya xwe nînin.
ZURÎH
Koma li Zurîhê hatin cem hev jî buroya navendî ya Ajanda Nûçeyan a Reûterê a li Zurîhê dagir kirin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiya dagirkirinê de bêdengbûna çapemeniya Ewropa ya li dijî bûyerên Kurdistanê hat rexnekirin, daxwaz hat kirin ku rayedar bikevin nav liv û tevgerê.