Li 5 bajarên Elmanyayê qetlîamên dewleta Tirk hatin protestokirin
Kurdistaniyên li Elmanyayê, ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê lig elek navendan çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên li Elmanyayê, ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê lig elek navendan çalakî li dar xistin.
Kurdistaniyên li Elmanyayê, ji bo protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê lig elek navendan çalakî li dar xistin.
KOLN
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kolnê û Meclîsa Jinan a Viyan ji bo balê bikşînin ser êrîşên qetlîamê yên hikûmeta AKP’ê yên li ser Kurdan li qenala Elman a WDR a li Kolnê çalakiya bêîtîatiya sivîl li dar xistin.
Kurdistanî di hundirê avahiya WDR’ê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dest bi dirûşmeyên naletê li AKP’e û dewleta Tirk dibarînin kirin.
Bi rayedarê WDR’ê re hevdîtin pêk hat, çalakvanan dosyayek ji aliyê NAV-DEM’ê hatiye amadekirin radestî rayedar kirin, soza weşana berfireh a der heqê qetlîamên li Sûr, Cizîr û Silopiya ji rayedar girtin û çalakî bi dawî kirin.
HAGEN
Li bajarê Hagen ê Elmanyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê dosyayek radestî şirîkên hikûmetê CDÛ û SPD’ê û her wiha gelek partî û saziyên din kirin.
AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê raporên ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê radestî partiyên siyasî û serokatiya şaredariyan hat kirin.
Dosya ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Denîz Firat û Mala Gelê Kurd a Aachenê radestî SPD, Partiya Çepû Keskan, CDÛ û Serokatiya Şaredariyê hat kirin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê heyetek ji nûnerên Komuna Jinan a Dusseldorf û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve pêşkêşî gelek partiyên siyasî, dezgehên weşan û çapemeniya Elman hat kirin.
Her wiha dosya pêşkêşî WDR, Parlamentoya Eyaletê ya NRW, CDÛ, SPD û kovara Der Spîegel hat kirin.
Di hevdîtinan de dema dosya hatin dayin bang ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat kirin.
NURNBERG
Li bajarê Nurnbern ê Elmanyayê navenda SPD’ê hat dagirkirin, qetlîamên dewleta Tirk hat protestokirin. Kurdistaniyan dosyaya qetlîamê dan SPD’yiyan, li hember qetlîaman banga hestiyariyê li şirîkê hikûmetê SPD’ê kirin.