Li 3 welatan AKP’e hat protestokirin, berxwedan hat silavkirin

Li Rojavayê Fransa, Avûstûrya û Elmanya qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin, berxwedana gel hat silavkirin.

Li Rojavayê Fransa, Avûstûrya û Elmanya qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin, berxwedana gel hat silavkirin.
Êrîşên qirker ên hikûmeta AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê sivîlan dike hedef li Rojavayê Fransa, Avûstûrya û Elmanya hatin protestokirin. Kurdistaniya hikûmeta AKP’ê teşhîr kirin, banga li hember qetlîaman bêdeng nemînin.

RENNES

Kurdistaniyên li ser banga Însiyatîfa Gelê Botanê biryara çalakiyên lezgîn girt, li bajarê Rennes ê Rojavayê Fransa avahiya walîtiyê dagir kirin.
Çalakiya hê jî didome ji du koman pêk tê. Koma yekemîn a ji 25 kesan pêk tê, li qatê jor ê avahiya walîtiyê ne, yên din jî di ketina avahiyê de bi pankart, dowîz û dirûşmên xwe ve rawestandina xwe didomînin.

Çalakvanan diyar kirin ku heta bi walî re hevdîtinê pêk nînin wê çalakiya xwe bi dawî nekin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûrya îro qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li pêşiya Parlamentoya Eyaleta Steîermark hatin cem hev, dowîzên bi Elmanî yên, “Terora Dewleta Tirk Bisekinînin”, “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistan Re Aştî” rakirin.

Di axaftina kurt a li ser navê DKTM’ê de berxwedana Kurdistanê hat silavkirin. Çalakvanan diyar kirin ku wê zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk teşhîr bikin, daxwaza hevdîtina bi serokê parlamentoyê re kirin.

Aktîvîstên bi rayedarên parlamentoya eyaletê re hevdîtin kirin, dosyayek têkîldarî pêşketinên herî dawî yên li Kurdistanê radest kirin. Çalakvanan ji raya giştî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xwestin ku li hember qetlîaman bê deng nemînin.

STUTTGART

Li bajarê Stûtgart ê Elmanyayê Kurdên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, çûn avahiya televziyon- radio a SWR Baden Württeberg, AKP teşhîr kirin. Çalakvanan ji rêveberan daxwaz kirin ku li hember qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nemînin, bi Midûrê SWR4 Exel Graser re hevdîtin pêk anîn. Graser, di daxuyaniya xwe ya hevdîtinê de wiha diyar kir: “Mijarê ez ê ji nêz ve bişopînim. Em ê çalakiyên Kurdên li Stûttgartê bişopînin.” Graser diyar kir ku meşa roja Înê ji nûçegihanan re ragihandine û ji bo şopandina çalakiyê jî wê rojnamevanan bişînin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê, ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn ve parlementoya eyaleta Hambûrgê hat dagirkirin. Çalakvanan li vir êrîşên hikûmeta AKP’ê ya ku li Kurdistanê sivîlan dike hedef protesto kirin.

Koma qelebalix a jinan ketin avahiya parlamentoyê, wêneyên 34 jin û zarokên keç ên di demên dawî de hatin qetilkirin hilgirtin û dirûşm qîr kirin. Piştre têkildarî mijarê danezan hat xwendin.

Jinan daxwaz kirin ku ji bo demildest pêşî li qetlîaman were girtin parlementoya Hambûrgê bikeve nava hewldanan. Di hevditina li gel Midûrê Parlamentoyê Johannes Duwel re jî dosyayek hat pêşkêşkirin, daxwaz kirin ku heyetek ji bo çavdêriyê bişînin Kurdistanê.