Kurdên li Qibrisê çalakî lidar xistin
Li Qibrisê, bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê û şermezarkirina hemû komkujiyên dewleta Tirk, televîzyona dewletê RIK hat dagirkirin.

Kurdên li Qibrisê dijîn, duh bi şev di destpêkê de li ber avahiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li hev civiyan û lenet li terora dewleta Tirk a li Kurdistanê anîn. Heyetek ji 3 kesan a Kurdistaniyan bi Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê re hevdîtin kir û li ser mijarên qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Silopiyayê û qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê dosya pêşkêş kirin.
Piştre, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê di salvegera sêyemîn de, girseya gel berê xwe da pêşiya Konsolosxaneya Fransayê. Piştî ku daxwaza hevdîtinê ji aliyê rayedarên Konsolosxaneyê ve hat redkirin, girseya gel bi qasî saetekê li ber avahiya Konsolosxaneyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Dûre rayedarê Konsolosxaneyê komkujiyên li Fransayê qewimîn bibîr xist û anî ziman ku ev tedbîrek e, ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne, lêborîna xwe xwest û heyetek ji Kurdan qebûl kir.
Girseya gel piştre Televîzyona Dewletê ya Qibrisê (RIK) dagir kirin ku ev qenala televîzyonê di weşana xwe ya li ser terora dewleta Tirk de medya navendî ya Tirk ji xwe re weke çavkanî dibîne.
Di hevdîtina bi rayedarên televîzyonê re hat ragihandin ku terora li Kurdistanê berhema dewleta Tirk û Erdogan e û hat destnîşankirin, ku Kurdistan li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide.
Kurdistaniyan li ser komkujiyên dewletê dosyayek pêşkêşî rayedarên qenala televîzyonê kirin.