Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên Kanûnê bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên Kanûnê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dîrok êdî wê li ser milên ciwan û jinên Kurd ên li Kurdistanê kolan bi kolan, tax bi tax li ber xwe didin, şehîd dikevin, berdêlan didin bilind bibe.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ve şehîdên Kanûnê bi bîr anî. Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha got: “Divê bê zanîn ku dîrok êdî wê li ser milên ciwan û jinên Kurd ên li Kurdistanê kolan bi kolan, tax bi tax li ber xwe didin, şehîd dikevin, berdêlan didin bilind bibe û hêza ti hewldanên înkarker wê têrê neke ku vê rastiyê biguhere.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê got, “Bi dehan şehîdên her roj bi armanca azadî û xwerêveberiyan em didin ji bo garantîkirina axa em li ser dijîn bikin welat, ji nû ve di xeta neteweya demokratîk de birêxistinkirina gelan û bi avakirina xwerêveberiyê ve pêşerojek azad ava kirine. Yên îro li lûtke û kolanên herî veşartî ala berxwedanê bilind dikin û di oxira azadiya gelê me de bi şerkirinê ve xwînê dirêtin wek hebûnên me yên herî bi nirx wê nirxê ku heq dikin bibînin” û destnîşan kir ku yê her kesên ku mirov bin, yên xwedî zanebûna Kurdiniyê bin pêwîst e ku rêzê ji vê berxwedanê û berxwedêrana re bigire.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku berevajî, wê ji mirovatiya vana guman çêbibin, wiha dewam kir: “Kesên ku zimandirêjî û bêrêziyê li hember van berxwedanên fedaî bikin, divê demildest dest ji van helwestên xwe berdin û xwe bikşînin korziyê.

Divê bê zanîn ku dîrok êdî wê li ser milên ciwan û jinên Kurd ên li Kurdistanê kolan bi kolan, tax bi tax li ber xwe didin, şehîd dikevin, berdêlan didin bilind bibe û hêza ti hewldanên înkarker wê têrê neke ku vê rastiyê biguhere!

Li ser vî esasî em şehîdên xwe yên meha Kanûnê bi bîr tînin û di şexsê hevalên xwe yên navê wan derbasbûne de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî careke din bi bîr tînin.

 ‘EM Ê BI TÊKOŞÎNEK HÊ MEZINTIR JI BÎRANÎNA HUSEYÎN DÛRMÛŞ RE BIBIN BERSIV’

Ji şehîdên me yên pêvajoya Partîbûnê, Huseyîn Dûrmûş ê ji Dep a Elezîzê, 25’ê Kanûna 1980’an di pevçûna li bejahiya gundê Lîçîk de gihişt şehadetê. Em ê bi têkoşînek hê mezintir ve ji bîranîna hevalê Huseyîn Dûrmûş re bibin bersiv.

Ji şehîdên me yên pêvajoya Partîbûnê Şîmal-Azîme Demîrtaş a li Nazmiye ya Dêrsimê jidayikbûye, sala 1978’an de tevlî bûye û hevalê Îbrahîm Kaplan êpê re 25’ê Kanûna 1981’an de şehîd ketiye bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin, em sozê didin ku êdî em ê dagirkeriyê li Kurdistanê nehewînin.

Şerê ku di 19’ê Kanûnê ya 1991’an ê li çiyayê Serê Spî yê herêma Bîngolê Hêvîdar Mûş şehîd ket. Hevala me a li Erdelan ya li Mûşê ji dayikbûye û di sala 1991’an de tevlî bûye bi rêzdarî bibîr tînin, di xeta azadiya jinê de soza azadkirinê dûbare dikin.

Di şerê ku di 21’ê Kanûna 1993’an de li Pirsûsê Canda- Zeyneb Rustem şehîd ket. Li Ahraz- Heleb ji dayîk bûye û sala 1986’an tevlî tevgera azadiyê bûye, bi rêzdarî bibîr tînin, didîn diyarkirin ku ,di heqîqeta civakbûyîna jina Kurd de heta dawî em ê israr bikin.

Di encama kemîna ji aliyê cerdevanên li gundê Hazaz a Dêrikê ya 24’ê Kanûna 1993’an de Agît-Ridvan Ortaç şehîd ket. Li Mêrdîn- Mehsertê ji dayîk dibe û di sala 1989’an de tevlî tevgera azadiyê dibe, em sozê didin hevalê xwe, hemû îxanetên ku li ser gelê me pêk hatin, ji bîr nakîn û li hemberî her îxanetê bi derbeyên giran wê bersiv bê dayîn.

Şerê di 21’ê Kanûna 1994’an de li Navenda Cizîrê, Peyman- Naze Ebdo şehîd dibe. Li Kobanê ji dayîk bûye û di sala 1988’an de beşdarî tevgera azadiyê bûye. Hevalên xwe Rûken-Zelîha Aslanci ya li Sêrtê jidayîkbûye û Salih Mêrdîn bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro li Cizîrê ciwanên Kurd bi berxwedana xwerêveberiyê tola şehîdan kêlî bi kêlî hiltîdin.

Di şer û pevçûnên di 29’ê Kanûna 1997’an de li Garfê di navbera hevkaran û nîjadperestên teng de derket Necîb- Kîbar Hebes ê li Babat a Efrînê jidayikbûye, di sala 1988’an de tevlî tevgera azadiyê dibe şehîd ket, bi rêzdarî bi bîr tînin. Diyar dikin ku di xeta Apociyan de em ê bimeşin, gelê xwe bigihînin xwerêveberiya demokratîk.

Di 18’ê Kanûna 1998’an de Kendal- Luqman Bakur di encama komployek a li gundikê Kelî a gundê Başûrê Kizilagaç a Mûşê de şehîd ket. Li Berwariyê ji dayik bûye û sala 1995’an de tevlî tevgera azadiyê bûye, bi rêzdarî bi bîr tinin. Em carek din qîr dikin ku komploger wê winda bikin, azadî wê bi ser bikeve!

Şerê di 23’ê Kanûna 1989’an de yê li boxaza Çirik a dola Paksû a Dêrsim Nazmiyeyê de Mîtan-Zulfu Aydogan şehîd ket. Li Dêrsimê ji dayîk bûye û di sala 1991’an de beşdarî tevgera azadiyê bûye, diyar dikin ku li her herêma Kurdistanê em ê xwerêveberiyan ava bikin.

Di 15’ê Kanûna 2011’an de li Xolxol-Çewlikê Mazlûm Behman Reşîdî şehîd ket. Li Mako ji dayîk bûye û di sala 2004’an de beşdarî tevgera azadiyê dibe, bi rêzdarî bi bîr tînin. Soz didin ku serketinê bi dest bixin.

Di şerê 31’ê Kanûna 2012’an ya li bejahiya Darahênê -Hênê de Firat Amagî-Rûhalah Sîdînecat li gel 9 havalên xwe gihiştin şehadetê. Li Îlamê ji dayîk bûye û sala 2005’an de tevlî tevgera azadiyê dibe. Bi sekna xweya milîtanî û fedekarî heta dawiyê xeta berxwedana PKK’ê temsîl kir û bûye mîlîtanekî layiqî gelê Kurd. Bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.

Şehîdên me ne kesên ku çavên wan vekirî diçin mirinê, berevajî wê li hember mirina ku ji bo wan dihat ferzkirin bi awayek birûmet û serbixwe û ji bo parastina jiyanek azad û ji bo ji nû ve zindîkirina gelê xwe mirinê bi qehemanî dan ber çavan!

Şehîdên me bi şehadeta xwe, li pêşiya me rêyeke ku em heta dawî li ser bimeşin û bi berxwedanek mezin ji bo em ên ku şûn de mane bi têkoşînek mezin xwedî lê derkevin. Bêyî ku wext were derbaskirin ev erkên li pêşiya me di kijan şertan de wê pêk were diyar û aşkera ye.

Heta dawiyê li deriyê azadiyê digerin. Pêl bi pêl diherikin bajaran û jiyanek nû didin avakirin. Bi awayê erdnîgarî û dîrokî di demê herî bi berhem de, hem jî di mekanê herî bi hilberîn de ne. Qedera Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi berxwedana xwerêveberiya Civaka Demokratîk wê gelê me bi dest bixe û di sala nû de em ê jiyana azad bikin diyarî.

 Em berxwedana hemû ciwanên milîtan ên Kurd ên li pişt bendên li Sûr, Kerboran, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê silav dikin; bang li ciwanên Êlih, Wan, Sêrt, Agirî, Colemêrg û Amedê dikin ku bikevin berxwedanê. Serketin û azadî wê bibe ya Kurdê li ber xwe dide!”