Komîteya Amadekar a Newroza li Amedê: Em li benda tevlîbûneke bi ruhê berxwedanê ne
Li Amedê, amadekariyên Newroza îsal bi coş û berxwedaneke mezin dewam dikin. Seroka Komîteya Amadekar Îpek got, "Peyama me ya destpêkê wê azadiya Birêz Ocalan be" û banga tevlîbûneke xurt kir.
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED
şemî, 12 adarê 2016, 07:00
Li Amedê amadekariyên ji bo Newroza di 21'ê Adarê de were pîrozkirin, bi kelecan û berxwedaneke mezin dewam dikin. Seroka Komîteya Amadekar Hafîze Îpek der barê amadekariyên xwe de agahî da ANF'ê.
'MESAJA ME YA DESTPÊKÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN E'
Îpek got, "Di 2 salên bihurî de peyamên Birêz Ocalan hebûn û gelê Amedê bi taybetî ji bo guhdarîkirina li wan peyaman bi hemû hêz û coşa xwe tevlî dibû. Ji ber ku herikîna jiyanê diyar dikir, bi baldarî lê guhdarî dikir."
Îpek axaftina xwe wiha dewam kir: "Îsal hînê tiştekî bi vî rengî nîne. Ji xwe ev saleke li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Peyama me ya destpêkê ya îsal wê azadiya Birêz Ocalan be. Weke ku tê zanîn li welatê me berxwedaneke gelekî mezin tê meşandin. Yanî feraseta xwerêveberiyê heye, ku dikare çarenûsa Kurdan diyar bike. Di vê oxirê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di Newrozê de wê ruhê berxwedanê û mafê gelên bindest ê diyarkirina çarenûsa xwe bi taybetî derkeve pêş. Em ê bi taybetî destnîşan bikin, ku ji bilî berxwedanê ti çare li pêşiya Kurdan nîne."
Îpek da zanîn, ku wan amadekariyên teknîkî qedandine û got, "Bi taybetî ji aliyê ewlekariyê ve wê heyeteke me ya ji 5 hezar wezîfedarkên ewlekariyê hebe. Di heman demê de ji bo pêşî li îzdihamê bigirin, wê tedbîrên me hebin. Ji her alî ve gelê Amedê xwe ji bo Newrozê amade dike. Em ê bi coşeke bi vî rengî pîroz bikin."
'DIVÊ VEGER LI MASEYÊ BÊ KIRIN'
Îpek destnîşan kir, ku têkoşîna ew niha dimeşînin têkoşînek mafdar û rewa ye û got, "Daxwaza xwerêvebirinê mafê her civakê ye. Di Newrozê de em li dijî her şêwe êrîşên qirkirinê yên li hemberî Kurdan û hemû gelên bindest derkevin. Em ê destnîşan bikin, ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bibe, maseya hatiye qelibandin ji nû ve bê sererastkirin û bi xurtî bi Birêz Ocalan re hevdîtin werin kirin. Em ê bixwazin, hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn, di destûra bingehîn de xwedî mafê rêvebirina xwe bi xwe bin."
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Seroka Komîteya Amadekar Hafîze Îpek herî dawî ev bang kir: "Wateya Newrozê berxwedan e. Serketina serhildanê ye. Rizgariya gelan e. Lewma ji niha ve Newroza gelê Kurd pîroz dikim. Hêvîdarim wê Newroz ji jiyaneke însanî re bibe wesîle. Me vexwendîname ji gelek kesayetan re şandin. Gele şexsiyet, partiyên siyasî yên Kurd, nivîskar û rewşenbîrên ji çar aliyên cîhanê vexwendin. Peyama em îsal li vê qada Newrozê bidin, gelekî girîng e. Ji aliyê raya giştî ya cîhanê û Kurd ve wê hevgirtina Kurdan bê destpêkirin. Her kes vexwendiyê vê Newrozê ye. Wê Newrozek bi coş be."