Komeleyeke Îtalî li Pirsûsê 'Parka Alan Kurdî' çêdike

Komeleya Ya Basta Bologna ya Îtalyayê, li Pirsûsê parkekê çêdike. Navê Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Kobanê, ku li ser rêya koçberiyê di deryayê de xeniqî bû, wê li vê parkê bê kirin.

Bi desteka Komeleya Ya Basta Bologna ya Îtalyayê re, wê li navçeya Riha Pirsûsê parkek bê çêkirin. Endamên komeleyê ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de ji bo destekkirina Kobanê hatin Pirsûsê, li vir gelekî kar kirin. Komeleyê piştre ji Şaredariya Pirsûsê xwest projeyekê pêşkêşî wan bike. Di encama vê projeya ji aliyê şaredariyê ve hat amadekirin de komeleyê proje di çarçoveya Projeya Ahengiya bi Rojava re (Rojava Play Grand Proje) nirxand û biryar da li navçeyê parkekê çêbike.

TÊ ÇÊKIRIN

Midûrê Karên Fen ê Şaredariya Pirsûsê Farûk Tatli der barê projeyê de agahî da û anî ziman, ku bi biryara Komeleya Ya Basta Bologna re, wan li ser erdekî ji 2 hezar 50 metreçargoşeyî yê li taxa Yenîşehîrê dest bi çêkirina parkekê kirine. Tatli diyar kir, li vê parkê wê cihên lîstikê ji bo zarokan, qadên bêhnvedanê û amûrên sporê hebin. Tatli da zanîn, ku wê navê Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Kobanê, ku li ser rêya koçberiyê di deryayê de xeniqî bû, li vê parkê bê kirin.

HETA 4'Ê NÎSANÊ WÊ BIQEDE

Midûrê Karên Fen ê Şaredariya Pirsûsê Farûk Tatli herî dawî got, "Em jî malavayiya hêzên çep, sosyalîst û antî kapîtalîst ên li Îtalyayê dikin, ji ber alîkariya ji bo Kobanê û Pirsûsê kirine. Di çarçoveya desteka ku dane me de, em dixwazin Parka Alan Kurdî heta 4'ê Nîsanê biqedînin."